Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda 2021-05-17 09:06:24   ÊLIH - Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê rapora lêdanê neda V.S. ê 15 salî ku bi lêdana polîs û notirvanan re rûbirû mabû. Malbatê pişt re wî bir nexweşxaneyek teybet û rapor wergirt.    Li Parka Salîh Ozdemîr a li taxa Cudî ya Êlihê di 13’ê gulanê de V.S. yê 15 salî bi îdiaya ku qedexeya derketina derve binpê kiriye, bi êrişa polîs û notirvanan re rûbirû mabû. Pişt re jî V.S. hatibû binçavkirin û bi dû îfadeyan re serbest hatibû berdan. Tevî ku dîmenên lêdanê ango îşkenceyê hebûn jî Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê rapora lêdanê neda zarok.    NEXWEŞXANEYA TAYBET RAPOR DIDE    V.S. ê ku ji nexweşxaneya dewletê rapor wernegirt, piştî hat berdan malbatê wî bir nexweşxaneyek taybet û rapora lêdanê wergirt. Di raporê de hat gotin eniya wî qelişiye, derdora poz û stûyê wî reş û şîn bûye. Serê wî werimiye û dest û çongê wî birîndar bûne.    LAWÊ XWE JI NAVA LEPÊ POLÎSAN DERDIXE    Bavê V.S., Salîh Solmaz têkildarî îşkenceya li lawê wî hatiye kirin axivî û destnîşan kir ku lawê wî ji bo nan bikire ji malê derketiye û wiha got: “Diya wî ew ji bo nan şand dikanê. Dema diçe firinê dibîne ku li parkê hin kes li hev didin. Hêj 15 salî ye. Zarok e. Ew jî bi wê kelecanê diçe cem wan kesan. Di vê kêliyê de polîs û notirvan gaza îsotê berdidin. Tabî dema me jî deng bihîst em ji malê derketin derve. Me meze kir ku lawikê me tenê di nava lepê wan de maye û lê didin. Ez beziyam çûm min got lawê min e. Min got heke sûcek wî hebe ceza bidinê. Lê guhdar nekirin û bi ser min ve hatin û çêr û heqaret li min kirin.”    DÊ BIKEVIN NAVA HEWLDANÊN HIQÛQΠ   Solmaz da zanîn ku wî lawê xwe biriye Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê û nexweşxaneyê rapora lêdanê nedaye wan û pişt re çûne nexweşxaneyek taybet rapor wergirtine û tevî ku dîmen û birîn jî hene rapor nedan. Solmaz anî ziman ku ji bo faîlên ku tundiyê li lawê wî kirine werin cezakirin dê bikevin nava hewldanên hiqûqî û yên ku îşkence kirine divê li pêşberî dadgehê hesab bidin û heke neyên cezakirin wê dîsa vê tundiyê bikin.