'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin' 2021-05-17 09:01:59   RIHA - Danişîna duyemîn a Doza Kobanê sibê tê lidarxistin. Parêzeran destnîşan kir ku ev doz ne doza Kobanêye, doza hesab pirsînêye û dixwazin bi vê dozê wî ruhê Kobanê hatiye avakirin, belav bikin.    Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku Hevserokê Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, wê sibê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. Danişîn li Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Alî Arslan û parêzer Hîdayet Enmek ên dozê dişopînin nirxandin.    'DOZA DARIZANDINA RUHÊ YEKÎTIYÊ YE'    Hîdayet Enmek diyar kirin ku tenê ne tiştên di 6-8'ê Cotmehê de qewimîne tên darizandin, ji sala 2014'an heta sala 2021'an qewimîne tên darizandin. Enmek da zan3in ku îqtidar dixwaze bi vê dozê hesab ji HDP'ê bixwaze û wê daxuyaniya HDP'ê ya ji bo Kobanê ji bilî hestiyariyê ne tu tiştek bû. Enmek anî ziman ku îqtidar dixwaze wê ruhê Kobanê yê hişmendiya yekîtiya kurdan li pêş xist ku wê çaxê hat avakirin belav bike û ev doz ne Doza Kobanê ye doza darizandina Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ye. Enmek destnîşan kir ku ji bo ew bandora ruhê Kobanê parçe bibe navê dozê danîne Doza Kobanê û ev doz li dijî wî ruhê ku di navbera Pirsûsê û Kobanê de hat avakirin ji holê were rakirin û piştevaniyê mehkûm bikin. Enmek anî ziman ku tevahiya siyasetmedaran ji ber sedemên siyasî tên darizandin.    ARSLAN: DOZA HESAB PIRSÎNÊ YE    Hevserokê OHD'a Rihayê parêzer Alî Aslan jî destnîşan kir ku ev doz ne Doza Kobanê ye, doza darizandina rêveberên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ye û got: "Îqtidar dixwaze bi dozê hesabê têkçûna xwe ji HDP'ê bixwaze. Dixwazin vê dozê bê parastin yanî bêparêzer biqedînin û tevahiya siyasetmedaran bidarizînin. Dadgeha Cezayê Giran a 22'yemîn  Rihayê, dişibe Dadgehên Îstîklalê yên di serdema Komarê de. Beriya her kes parastina xwe bike û doz biqede zû zûka biqedînin. Divê daraz ji şaşîtiyan paş ve bizivire û girtî tev werin berdan û doz were girtin."    MA / Emrullah Açar