Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin 2021-05-16 20:30:00   AMED - Li çoltera gundê Eskara Pasûrê operasyona leşkerî ku hatibû destpêkirin didome û ketin û derketina ji gund hatiye girtin. 4 roj in şebekeyên telefonan hatiye birîn û ji gundiyan agahî nayê wergirtin.    Roja ewil a cejna Remezanê di 13'ê gulanê de li çoltera gundê Eskara bi ser navçeya Pasûra Amedê ve operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û didome. Hat zanîn ku di operasyonê de darên li çolterê tên birîn. Hat ragihandin ku bi beşdariya tîmên taybet û cerdevanan 4 roj in operasyon didome. Li herêmê şebekeyên telefonan hatine birîn û 4 roj in agahî ji gundiyan nayê wergirtin. Ketin û derketina ji gund qedexe kirine û xizmên gundiyan ên li bajaran ev 4 roj in xwe nagihînin wan.