Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin 2021-05-16 12:46:56   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterên CHP’ê pankarteke mezin a li ser ‘128 milyar dolar kudere?’ nivîsandî bi Pira Bogazîçî ve kirin.   Parlamenterên CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Sera Kadigîl û Mahmût Tanal, pankarteke mezin a li ser ‘128 milyar dolar kudere?’ nivîsandî bi Pira Bogazîçî ve kirin. Parlamenteran, kêliyên daleqandina pankartê li ser hesabên xwe yên twîtterê parve kirin.