İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe 2021-05-15 16:09:35   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 24 salî Ekîm Polat û daxwaz kir ku demildest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan  a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat (24) bi awayekî online daxuyanî da. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku Polat bûyî ku hincetek bê nişandan di sala 2008’an de ji Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê hatiye kirin û di rêde îşnece lê hatiye kirin.    NABIN NEXWEŞXANEYÊ   Çîçek, da zanîn ku ji ber îşkenceya ku di rê de li Polat hatiye kirin di laşê wî de birîn çêbûne û wiha got: “Tekildarî mijarê me ji Wezareta Edaletê re daxwazname nivîsand lê derbarê gihaştina daxwaznameyê de em nehatin agahdarkirin. Ji ber nexweşiyên xwe Polat daxwaz kiriye ku biçe nexweşxaneyê lê bi hinceta pandemiyê sewqê wan 2 hefteyan careke çêdibe. Tedawiya Polat tê astengkirin û dema ku diçe nexweşxaneyê jî pê re mijûl nabin.”   BANGA LI RAYEDARAN   Derbarê nexweşiyên Polat de Çîçek agahî dan û diyar kir ku ji ber nexweşiyên KOAH û dil xetereya ku Çîçek felç bibe û ev bang kir: “Tedawînekirina Polat a li gorî rûmeta mirovahiyê li dijî hiqûqê ye. Ji bilî sînordarkirina fizîkî tu mafê girtiyan nikare bê astengkirin. Divê rayedar berpirsyariya xwe bi cih bînin.”