Girtiyên jin dernaxin revîrê 2021-05-15 13:50:38   DÎLOK – Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê tên girtin, dernaxin revîrê.   Berfîn Dogan ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê tê girtin, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Dogan, ragihand ku li girtîgeha wan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê tê domandin û bi wê re 4 girtiyên din di greva birçîbûnê de ne.    Dogan, ji malbata xwe re da zanîn ku ji ber di greve de pêwistiyên wan nayên bersivandin, girtiyên jin ên nexweş dernaxin revîrê û tenê mehê careke jinên girtî yên zarokên wan bi wan re girtî ne derdixin revîrê. Malbatên ku ji ber van pêkanîn li girtîgehan bi fikar in daxwaz dikin ku daxwazên girtiyan bên bersivandin.