Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin 2021-05-15 13:11:20   AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakiya xwe berdewam kirin. ÎHD'ê û Xizmên windayan diyar kirin ku kujerê Hatice Atalay ronî nekirin û bêyî endamên Tevgera Tîmên Taybet ên Atalay kuştine ronî bikin dosyo girtin.    Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 640'an de çalakiya xwe berdewam kirin. ÎHD û Xizmên windayan li ser medya înternetê di hefteya 640’an de kom bûn û daxuyanî dan. ÎHD'ê û Xizmên windayan vê hefteyê cih dan çîroka Hatîce Atalay û aqûbeta wê pîrsîn. Di 10'ê îlona 1996'an de li Navçeya Pîranê Tîmên Tevgera Taybet a Midûriyeta Polîsan a Pîranê gule reşandibûn. Di bûyerê de Hatice Atalay jiyana xwe ji dest dabû. Rêveberê ÎHD'ê ya Amedê Mustafa Altintop anî ziman ku di 10'ê Îlonê de Hatiye Atalay û cîranên wê li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pîranê dema baxçe av didan, Tîmên Tevgera Taybet li ser wan gule barandin û wiha got: "Tîmên Taybet ji ser Girê Ziyaretê gule li baxçe reşandin. Hatiye Atalay tema baxçe av dida di êrîşê de birîndar bû. Dema hevjînê Atalay, kir qêrîn û berê xwe da Girê Ziyaretê. Vê carê Tîmên Taybet dîsa gule li ser wan reşandin. Ji ber ku polîsan destûr neda Hatice Atalay rakin nexweşxaneyê û dan sekinandin, Hatice Atalay zêde xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da."    Mustafa Altintop, anî ziman ku Serdozgerê Komarê û doktor piştre çûn cihê bûyerê û wiha axivî: "Piştî otopsiya cenazeyê Hatice Atalay, teslîmî malbatê kirin. Bêyî ku serdozgerê komarê bûyerê lêpirsîn bike û faîlan ronî bike, ser dosyayê girt. Ji wê demê heta niha rayedarên darazê lêpirsînek çalak û serbixwe nedan meşandin û faîl nehatin ronîkirin û nehatin darizandin."