Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin' 2021-05-15 12:21:44   ENQERE - Akademisyen Nazan Ustundag, têkildarî întîharê ku di demên dawî de zêde dibin, anî ziman ku pêwiste li dijî bêhevîbûnê civakê bê bi rêxistinkirin û wihagot: "Eger hûn bêheviya civakê bi rêxistin nekin, dê îro civakek bêtir êrîşkar pêşbikeve."    Di demên dawî de gelek kes întîhar dikin. Piranî ji ber qeyrana aborî, qeyrana siyasî û civakî mirov întîhar dikin. Li gorî daneyên Saziya îstatistîkan a Tirkiyeyê (TUîK) di navbera salên 2002-2019'an de 53 hezar û 784 kesan întihar kir. Civaknas û akademîsyen Nazan Ustundag, xwest ku tenê sedema întîharan hinceta aborî neyê naskirin û wiha got: "Sedema aborî bi tena serê xwe têr nake. Sedemek herî mezin nekêfxweşiya civakê ye. Nerazibûna civakê ya bê rêxistin e. Di vê mijarê de hêza muxalif lawaz dimîne. Eger hûn xemgîniya mirovan û civakê bi rêxistin nekin. Hûn wate nedin xemgîniya mirovan, vê carê dê tabloyek bêtir êrîşkar derkeve holê."    Ustundag, anî ziman ku eger di aliyê jimarî de bûyerên întîharê zêde dibin, divê ne aliyê tekakesî, aliyê civakî bê lêkolînkirin û wiha axivî: "Eger hêjmara întîharan zêde bibe, wê demê di nava civakê re hin tişt rast pêş nakevin. Wê demê di civakê de pirsgirêk hene. Dema ku kes xwe aydî civakê nabîne û tenê hîs dike ev pirsgirêk zêde dibin. Ku di civakê de sinc lawaz bibe û mirov xwe biyanî bibîne pirsgirêkên civaki zêde dibin."    Ustundag, anî ziman ku her qeyran û birsgirêkên aborî nabin sedema întîharê û wiha lê zêde kir: "Qeyrana aborî yek ji fektorê întîharê ye. Yek ji faktora ku întîharan zêde dike aborî ye. Lê faktora din, xwe aydî civakê hîskirinê ye. Dema kes xwe aydî civakê hîs neke û biyanî hîs bike, faktora aborî bandor dike. Dema xizmantî hezkirin û pîvanên civakê xurt bin, mirov xwe aydi cihekî hîs dike. Bandora tundiyê jî li ser întîharê heye. Her ku diçe navendîbûn pêş dikeve. Hemû biryar ji aliyê yek kesî ango rêveberiyekê ve tên dayîn. Ev yek bê heviyê dide mirovan. Ji ber rêveberiya niha, mirov difikire ku kontrola jiyana xwe winda kirine. Dema mirov perçeyekî civakê be dikare xwe bi hevî hîs bike. Lê di bin baneyê vê îqtîdarê de hemû pîvan û rêgezên civakîbûnê riziya ne.    Ustundag, helwesta muxaletefetê jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Muxalefet her tim li bendê ye. Ev yek bêtir civakê dirizîne. Divê hêza muxalefetê bêhevîbûnê bi rêxistin bike. Divê xemgîniyê bi rêxistin bike. Divê nerazibûnan bi rêxistin bike. Dema ez qala xwe aydî nedîtinê dikim ez qala vê rewşê dikim Di cihana modern de ya herî zêde hîsa aydîyetê dide miroavan rêxistinbûn e. Rêxistina mirovekê hebe xwe aydî wê dibîne. Her ku têkiliyên xizmantiyê lawaz dibin, rêxistinên siyasî bêtir hîsa aydiyetê dide mirovan.    DIVÊ RÊXISTINKIRINA SIYASÎ PÊŞ BIKEVE   Ustundag, herî dawî bal kişand ser qeyrana aborî ya sala 2001'an û wiha bi dawî kir: "Wê demê jî tenê qeyrana aborî tune bû. Bûyera Susurlukê hebû. Civakê salên 1990’an li pey xwe hiştibû. Şer travmayên mezin ava kiribû. Qeyrana aborî û ev travma bi ser hev de pêş ketin û întîhar zêde bûn. Li vir AKP'ê bêhevî û xemgînî bi rêxistin kir. Divê navend û modelek siyasî ya vê yekê bi rêxistin bike pêş bikeve. Ya herî girîng divê mirov xemgînî û bêhêviya mirovan rêxistin bike. Nerazibûnê bi rêxistin bike. Ku hûn bêhevî û xemgîniyê bi rêxistin nekin, wê deme dê tabloyek girantir û êrîşkar pêş bikeve.    MA / Selman Guzelyuz