Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt 2021-05-15 11:33:52 RIHA – Malbat Şenyaşar, di roja 68’emîn a nobeta xwe de ev peyman parve kir: “We malbat û cejnên me ji me girt. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.” Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di encama êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan û kurê Ferît Şenyaşar ku di bûyerê de birîndar xelas bû, nobeta xwe ya “edaletê” di roja 68’emîn de berdewam dikin. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya pandemiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbatê li ser xwe hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: “Weke Malbata Şenyaşar em îro careke din band dikin. We mabat û cejnên me ji me girtin! Em ê daxwaz û têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Kesên ku malbata me qetil kirine wê bên darizandin û em ê edaletê bigirin.”