HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî 2021-05-15 10:03:20   ENQERE- HDP’ê ji bo roja Cejna Zimanê Kurdî daxuniyek bi kurmancî û kirmanckî weşand û Cejna zimanê Kurdî, li gelê kurd û li xemxur û dildarên kurdî pîroz kir.   Hevberdevkên Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Dersim Dag û Salîm Kaplan, ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek bi nivîskî parve kirin. Hevberdevkan di daxuyaniyê de li ser dîrôka Cejna Zimanê Kurdî rawestiyan û xwestên ku zimanê kurdî bê parastin û bibe zimanê fermî.   Tevahiya Daxuyaniyê wiha ye:   “Di 15’ê Gulana 1932’an de, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li Şama paytexta Sûriyeyê, di warê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hate avêtin. Ev tovê ku ji hêla Celadet û hevalên wî ve hatiye reşandin, ji bo geşedana zimanê Kurdî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Kovara Hawarê di dîroka Kurdan de kovara yekem e ku bi tîpên Latînî hatiye derxistin. “    ‘JÊDERKEKE BÊBINÎ’   Di daxuyaniyê de bakişandin ser Kovara Hawarê û daxuyanî wiha berdewam kir: “Kovara Hawarê ne tenê kovarek bû. Di heman demê de ew dibistaneke zimanê Kurdî bû û ji bo rewşenbîrên Kurd jî weke qadeke têkoşînê bû. Gelek rewşenbîrên Kurd bi awayekî rêxistînî li ser pêşeroja ziman, çand, wêje û nasnameya Kurdî nîqaşên kûr û dirêj di kovarê de anîn ziman. Kovar û xebata Celadet û hevalên wî ji wê rojê heta îro ji bo xebatên ziman bûye îlhameke mezin û jêderkeke bêbinî. Ji ber girîngiya xwe ya dîrokî, ji sala 2006’an vir ve her 15’ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.    PÊŞKETINA ZIMANÊ KURDÎ   Zimanê kurdî zimanê Baba Tahirê Ûryan û Elî Herîrî, Xanî û Feqî, Şêrko Bêkes, Hêmin Mehabadî ye, awaza dengbêj û çîrokbêjan e. Lewre jî xwedîderketina vî zimanê hêja erka me ya sereke û bingeha têkoşîna me ya polîtîk e. Heta ku zimanê me ne azad be ne kesayetiya me, ne ramana me ne jî hebûna me azad nabe. Zimanê kurdî mîna darekî mezin e ku rehên wê di kûrahiya dîroka mirovahiyê de ye. Lê mixabin bi salan e desthilatdarên yekperest dixwazin vê dara li nava çanda mirovahiyê de şîn bûyî hilweşînin. Ji ber vê yekê, em zindîbûn û pêşketina zimanê kurdî wekî xeteke sereke û erkeke bingehîn ya polîtîk û stratejîk dibînin.    KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ    Di dîroka kurdan de piranî ev sed sal in zext û asîmîlasyona li ser zimanê kurdî, kêm nebûye. Ji ber ku serdest baş dizanin riya têkbirina civakekê tunekirina zimanê wan e. Em daxwaz dikin ku li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê, zimanê kurdî bi misogeriya destûrî bê parastin, qebûlkirin, naskirin û kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û hemû astengiyên li ser xebatên ziman bên rakirin. Di 89’emîn salvegera Kovara Hawarê de, em Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber xebatên wan ên pîroz û dîrokî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em cejna zimanê kurdî di serî de li gelê kurd, li Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî û li hemû xemxur, xebatkar û dildarên kurdî pîroz dikin. Cejna zimanê kurdî, li gelê kurd û li xemxur û dildarên kurdî pîroz be.”