Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e 2021-05-15 09:19:33 STENBOL - Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica anî ziman ku nêzîkatî û helwesta li dijî muwekîlê wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di warê demokrasiyê de veguheriye pirsgirêkeke mezin û got: "Çavkaniya sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîda li ser Birêz Ocalan û helwesta di warê pirsgirêka kurdî de ye.  Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in didome. Ev demeke dirêj e hevdîtina bi parêzeran û malbatê re ya rû bi rû nayê kirin. Serlêdanaên ji bo hevdîtinê tên kirin jî nayên bersivandin.  Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Rezan Sarica, pirsên me yên derbarê tecrîda li ser muwekîlê wan Ocalan û gavên di vî warî de tên avêtin bersivandin.    'HAYA ME JI MUWEKÎLÊN ME TUNE YE'   Sarica, anî ziman ku ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê re bikin, hay ji rewşa wan û şert û mercên girtîgehê çêbibin tim serlêdanê dikin, lê belê dîsa jî hevdîtin pêk nayên. Sarica got: "Bi vî awayî a rast em nizanin bê di çi rewşê de ne. Hevdîtinên parêzeran ji Tebaxa 2019'an ve tên astengkirin. Destûra tu hevdîtinê û serdanê nakin. Malbat jî bi awayekî rêk û pêk ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê daxwazên wan jî tên redkirin. A rast nayên bersivandin. Malbat jî ji 3'yê Adara 2020'an heya niha nikarin hevdîtinê bikin. Demek berê hevdîtinek bi rêya telefonê çêbû. Hevdîtineke kurt. Ji xeynî vê derbarê rewşa hiqûqî, tenduristiya muwekîlên xwe de û derbarê pêkanînên li girtîgehê de tu agahî li ber destên me tune ne. Serlêdanên me nayên bersivandin."      NAME NAYÊN BERSIVANDIN   Sarica, da zanîn ku ji xeynî daxwazên ji bo serdanê nameyan jî ji muwekîlên xwe re dişînin û got: "Em bi awayekî rêk û pêk nameyan dişînin. Em dixwazin bi her awayî derheqê wan de agahiyan wergirin. Em tim dibêjin, em şert û mercên wan meraq dikin û dixwazin hevdîtinê bi wan re bikin. Heya niha çi erênî çi neyînî tu nameyek me jî nehatiye bersivandin. Gelek name ji Girava Îmraliyê re hatine şandin, lê yek jê jî nehatiye bersivandin. Ev ne tiştekî asayî ye. Yanî dikarim bibêjim ev nediyariya Îmraliyê, bi her awayî dorpêçkirina wê û qutkirina pêwendiyê ya bi derve re mirov ber bi nediyariyekê ve dibe."    LI ÎMRALIYÊ PERGALEKE KOMPLÎKE   Sarica, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê divê di warê siyasî û hiqûqî de  bi berfirehî bê nirxandin, ji lew re gava tenê di çarçoveya hiqûqî de bê nirxandin dê kêm bimîne.   Sarica, bilêv kir ku nêzîkatiya ji bo Îmraliyê nêzîkatiyeke siyasî ye, tiştên li wir pêk tên pergala rejîma Îmraliyê ye û tiştekî wisa ye ku zêdeyî quweta îdareya girtîgehê ye. Sarica, anî ziman ku lewma pergala li Îmraliyê pergaleke komplîke ye û got: "Ji lew re em dizanin ku li wir pergaleke komplîke tê birêvebirin. Yanî saziyên di nav pergala hiqûqê de, ji xeynî îdarevaniyê tu tiştî nakin. Em ji îdareya girtîgehê bigierin heya bi Wezareta Dadê ve, hemû ji xeynî îdarevaniyê tu tiştî nakin. Karmendên divê li gorî hiqûqî tevbigerin, bereksê vê dikin. Daxuyaniya Wezareta Dadê ya di dema çalakiya greva birçîbûnê ya 2018'an de, bi rewşa niha diyar dibe ku daxuyaniyeke konjuktrel bû."   Sarica, destnîşan kir ku heger hiqûq wekî referans esas bê girtin divê li ber hevdîtinê tu astengî nemînin, ji lew re di warê hiqûqî de mafine sereke yên girtiyan hene. Sarica, ev maf jî hevdîtinek bi rêk û pêk a bi praêzerên xwe re ye û ev maf di qanûnê de, di qanûna bingehîn de û di peymanên navneteweyî de ku Tirkiye îmezeya xwe daniye binî wan, hene.    BÊHIQÛQÎTIYEKE HETA TU BIBÊJÎ KÛR   Sarica got: "Ev mafek e. Yanî li ber mafê hevdîtinê û serdanê tu astengî tune ne. A ku asteng e, feraseteke derî hiqûqê û pêkanîn in. dem bi dem hin biryarên qedexekirinê tên dayîn. Ev biryar jî ne biryarine hiqûqî ne. Hadê em bibêjin di hin deman de wekî hincet biryarên qedexeyê datanîn ber hevdîtinê. Lê niha tu biryarek jî tune. Di sala 2019'an de gava qedexe rabûn, demeke dirêj tu qedexe tune bûn. Em ji wezaretê bigirin heya îdareya girtîgehê, meqamên darazê û îqtidara siyasî, hemû ji heman pencereyê li tecrîda li Îmraliyê mêze dikin. Yanî du bingeheke wê ya hiqûqî jî tune ye, ne fikirekî demokratîk e. Bêhiqûqîtiya li Girava Îmraliyê, pir kûr e."    'ÇAWA NÊZÎ PIRSGIREKA KURD DIBIN WISA NÊZÎ OCALAN JÎ DIBIN'    Sarica, destnîşan kir ku helwesta dewletê û hikûmetê ya li dijî pirsgirêka Kurd a ji bo çareserkirina demokradîk û helwesta li dijî Ocalan bi hevve girêdayî ye û wiha axivî. "Ev nêzîkatiya hikûmet û dewletê ku ji çareseriya pirsgirêka Kurd dûr disekine, girêdayî plan û bernameyên dewlet, hêzên navdewletî û partiyên siyasî ne. Ev nêzîkatî bi taybetî girêdayî polîtîka û stratejiya 6 salên dawî ku guhertine ye. Ji ber nêzîkatiya dewlet û hikûmetê ya li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd nayê guhertin, nêzîkatiya li dijî Birêz Ocalan jî gihand astek dîtir. Helwesta dewletê li dijî fikr û çareseiya Birêz Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ji bo Birêz Ocalan fikrên xwe yên der barê çareseriye de biguhere, zextan pêş dixe. Divê mirov aliyê tecrîdê ku bandorek neyînî çawa li ser civakê û jiyanê dike jî bibîne. Hemû mafên zagonî û xwezayî ji destê muwekilê me girtine. Destûr nadin ku fikrên xwe bigîne civakê. Dixwazin rê li pêş naskirina Ocalan û pêşxistina fikrên wî bigirin. Ji ber tecrîdkirina Birêz Ocalan, li ser civakê jî zext û tundî pêş dikeve. Edî tecrîd bûye pirsgirêka hemû beşên civaka Tirkiyeyê. Ji ber ku Birêz Oclan ji bo çareseriya rasteqîn a aştiyane, ji beriya pevajoya Îmraliyê de, ketiye nava hewldanê. Ji beriya Îmraliyê ve têkoşînek bê hemba dimeşîne."     'HEMÛ MAFÊN ZAGONÎ JI KOK VE RED DIKE'    Sarica, bibîr xist ku hemû mafên Ocalan ên zagonî û rewa yên wekî mafê ziyareta parêzeran, mafê ziyareta malbatê, mafê telefon, name, pirtûk û hemû mafê fikrê bi komî tê redkirin û wiha berdewam kir: "Divê em hem parêzer û hem jî civak li dijî vê tercida li Îmraliyê derkevin. Ji bo ku em bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin, ji 15'ê Adarê û vir em her roj serlêdan dikin û em dixwazin biçin hevdîtinê bikin. Heta niha hemû serlêdanên me bê encam mane.  Ji ber vê yekê her roj mafê muwekilê me tê binpêkirin û li dijî wî sûc tê kirin. Me li Serdozgeriyê Komarê yê Bûrsayê gilî kir. Lê dozger tu bersîv neda me. Me serî li Hekîmê Înfazê ya Bûrsayê da, lê piştî demek dirêj em bi biryarek li dijî bêhiqûqiyê re rû bi rû hatin. Hemû mafên ragihandin, malbat, parêzer, parastin, serlêdan, azadiya ramanê, û hemû mafên bingehîn bi komî red kirin. Di bersîvê de em fêr bûn ku di çileya 2021'an de cezayê dîsîplenê daye muwekilê me. Dîsa di Îlona 2020'an de em bi qedexek nû re rû bi rû man. Ev biryar û ev pêkanîn li dijî hiqûqê ne. Bêyî hincet, an jî bi hincetê li dijî hiqûqê prosedurekî dixin meriyetê. Li gorî vê yekê cezayê disiplinê didin. Dema vê yekê dikin jî agahiyê nadin parêzeran. Li gel ku cezayê dîsîplînê 1-3 meh in jî, lê ruxmê ku dema ceza qediya ye jî dîsa cezayê dîsîplînê didome û bê dem dixin meriyetê. Bi vê hincetê mafê ziyareta parêzeran asteng dikin.'    ME DI DEMA DAWÎ DE 2 CARAN SERÎ LI CPT DA LÊ ENCAM TUNE   Parêzer Sarica, anî ziman ku heta niha hem tu daxwazên wan nehatine qebûlkirin û hem jî hemû qedexe bi komî didomin û wiha lê zêde kir: "Tecrîda Îmraliyê tenê bi Azadiya Ocalan dikare bi dawî bibe. Ji bo ku ev pêvajoya tecrîdê bi dawî bibe, em serî li hemû saziyên muxatab ên pergalê didin. Yek ji van saziyan jî Wezareta Dadê ye. Lê hemû serlêdanên me bê encam man. Dîsa di pêvajoya dawî de me 2 caran serî li CPT'ê da. Lê heta niha CPT tu bersîv nedaye me. CPT berê gotibû ji bo tecrîd bi dawî bibe xebatan dikin. Lê heta niha tu daxwazên me li ber çavan nehatine girtin."    NAXWAZIN PARÊZER ERKA XWE PÊK BÎNIN   Sarica, bal kişand ser helwesta darazê ya li dijî parêzerên Ocalan jî û wiha got: "Bi taybetî rewşa dadgehan balkêş e. Her girtî bi awayekî zagonî dikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Dikare ziyaret bike û biparêze. Girtî dema mafê wî hat binpêkirin dikare bi rêya parêzer mafê xwe biparêze. Dema cezayê dîsîplînê da, divê bi parêzeran re bê parvekirin. Divê agahî bidin parêzeran û wan agahdar bikin. Lê tu agahiyê nadin parêzeran. Ji ber ku naxwazin em têkoşîna hiqûqî bidin. Ji ber hiqûq li holê tune ye. Naxwazin em parêzer erka xwe ya zagonî pêk bînin. Cezayê ku didin Ocalan dixwazin veşêrin. Naxwazin ev ceza bêne dîtin. Gelek cezayê dîsîplînê ji ber Birêz Ocalan mafê xwe yê sporê bi meşê derbas dike, didin wî. Ji ber ku Birêz Ocalan li hewşê diçe û tê tûran davêje, ceza dide wî. Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber li hewşê tûr (Volta) avêtiye ceza lê hatiye birîn. Di wextê wê de ev yek îtîraz jî kiriye. Mafê tûran (Volta) mafekî gerdûnî ye. Ev nîşan dide ku cezayekî keyfî dane.    EM Ê SERÎ LI AYM'Ê BIDIN   Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, diyar kir ku bi hin muwekilên xwe re îtîraz kir û wiha berdewam kir: "Piştî em fêr bûn ku ceza dane, me mînakên dosyayan xwestin. Lê ev daxwazên me yên xwestina dosyayan red kirin. Heta niha bersîva îtîraza der barê muwekilê me de nehatiye. Dema bersîv bê em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Bersîva hin îtîrazên me hatin. îtirazên me red kirin. Em ê serî li AYM'ê bidin. Gelek biryarên ku didin teblîgî me nakin. Agahiyê nadin me. Ji ber vê yekê em nizanin cezayê dîsîplînê li gorî çi û ji bo çi didin."      Parêzer Rêzan Sarica, herî dawî diyar kir ku heta encamê bistînin dê hemû mafê xwe biparêzen û serî li hemû rêyên neteweyî û navneteweyî bidin û wiha bi dawî kir: "Em naxwazin mafê muwekilê me yê hiqûqî bi tu awayî bê asteng kirin. Ji xwe dixwazin mafê muwekilê me yê hieqûqî asteng bikin. Lê li dijî vê bêhiquqiyê têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome. Heta em encam bistînin em ê hemû mafê xwe yê hiqûqî biparêzin û emê serî li hemû rêyên neteweyî û navneteweyî bidin. Dem dema têkoşîna hiqûqî ya demokratîk e. Divê em hişmendiya demokratîk zindî bikin. Bi temaşekirin û bendemayînê pirsgirêk çareser nabe. Îro çavkaniya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê pêk tên, tecrîdkirina Birêz Ocalan û helwesta li dijî gelê Kurd e. Pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka azadiyê ye."    MA / Ferhat Çelîk