Em nebin kujerê zimanê kurdî 2021-05-15 09:15:40 WAN - Mamosteya zimanê kurdî Elîf Gemîcîoglû, destnîşan kir ku xwedîderketina li zimanê kurdî dê bibe sedema pêşketina sinema û wêjeya kurdî jî. Gemîcîoglû, ji bo zimanê zikmakî û pêwendiya wê ya bi nifşê nû re jî anî ziman ku heger nifşên bê bi zimanê xwe neaxivin, ev kuştina ziman e.  Mamosteya zimanê kurdî Elîf Gemîcîoglû, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî. Gemîcîoglû, destnîşan kir ku gelên bindest û gelên ji perwerdehiya zimanê zikmakî bêpar, bi zimanê xwe yê zikmakî naaxifin û nagihînin nifşên nû. Gemîcîoglû, bilêv kir ku sedema sereke ya jibîrkirinê "neaxftina bi ziman e."    XWEDÎ LÊ NEYÊ DERKETIN DÊ NEMÎNE    Gemîcîoglû, diyar kir ku zarokên gelên zimanê wan tê qedexekirin bi zimanê serdest mezin dibin û got: "Heger siyasetmedarên kurd siyaseta xwe bi kurdî bikin û bibin pêşengê kurdî, dê ev yek bandorê li civakê bike. Heger hunermend hunera xwe bi kurdî bikin û bi kurdî pêwendiyê bi gel re deynin, heger sînemaya kurdî bê çêkirin, heger nivîskarên kurdî zêde bibin dê ziman tune nebe. Kurdî, ji aliyê Komara Tirkiyeyê vê tê qedexekirin. Rastiya newindabûnê, nayê wateya ku dê ew ziman tune nebe. Heger xwedî lê neyê derketin, dê 60-70 salên din tune bibe. Ji lew re nifşê nû bi kurdî naaxife."    ROLA JINÊ    Gemîcîoglû, bilêv kir ku hilgirên sereke yên ziman jin in û di zindîbûna zimanê de jin xwedî roleke girîng e. Gemîcîoglû got: "Mêr gava berê diçûn eskeriyê, tirkî hîn dibûn. Lê jin tim bi zimanê xwe axifîne û resentiya wî parastine. Lê niha dayikên ciwan bandorê ji asîmlasiyonê û derûniya serdest digirin û pir bi zimanê xwe naaxifin. Ên hebûna ziman didomînin, di heman demê de jin in ku ziman diparêzin. Lê divê ev peywir tenê li jinê neyê barkirin. Ev peywir peywira hemû kurda ye."    PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKΠ   Gemîcîoglû, anî ziman ku 3 zarokên xwe bi kurdî mezin kirine û gava derdikevin derve nikarin pêwendiyê bi zarokên din re deynin û zarokên li derve bi tirkî diaxifin û dayikên wan ên ew bi vî awayî mezin kirine, neheqiyeke mezin li wan kirine. Gemîcîoglû got: "Carinan gava em diçin parkê li wir 30 zarok hene, tenê 2 jê bi kurdî diaxifin. A rast gava zarok bi zimanê xwe mezin bibin, ji bo wan derfeteke mezin e. Gelek zanyar dibêjin, 'gava zarok bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibe dê gelek zimanên din jî zûzûka hîn bibe."    Gemîcîoglû, behsa bîranîneke xwe ya li kurseke kurdî kir û got: "Zarok tenê bi devoka herêma xwe dizanibûn. Min mînakek da ber xwendekarekî xwe û min got 'Ez ê bi tirkî bibêjim û tu jî biqulibîne kurdî.' Min got 'Ben şarki soyluyorum.' Min jê xwest vê hevokê biqulibîne kurdî. Xwendekarê min di cî de got, 'Ez stranan dibêjim.' Paşê min got, 'ka ji bo dema borî bêje.' Got, 'Min stran digot.' Bi dû re min jê re got, 'A ha îngilîzî jî wisa ye.' Piştî vê mînakê zarokan hîn bêtir ez fêm kirim. Paşê xwendekaran ji mamosteyên din re gotine, 'Mamoste Elîf, gava bi kurdî dibêje, em bêtir fêm dikin.' Em di vir de girîngiya zimanê zikmakî dibînin."    EM NEBIN KUJERÊ ZIMAN    Gemîcîoglû, destnîşan kir ku heger ziman negihê nifşên bê, ev tê wateya kuştina ziman û got: "Heger ez kurdî hînî zarokên xwe nekim, ez ê ji bo pêşerojê sitûneke zimên bişikînim. Belkî ew zarok bibe sînemager. Çima nebe? Heger bi kurdî mezin nekim, wê çaxê dê bi tirkî yan jî bi zimanekî din karê sînemayê bike. Wê çaxê nexwe a ku min kiriye zirarek e, min zirar daye sînemaya kurdî. Belkî jî bibe wêjevan, bibe nivîskar an jî helbestvan. Bi vî awayî ez wan qadan jî ji holê radikim. Belkî bixwaze bi kurdî bixwîne. Wê çaxê jî ez pêşî li ber xwendevanên kurdî digirim. Ziman bingeha jiyanê û welatparêziyê ye. Yanî bingeha mirov e. Bi ya min ev kuştina ziman e. Bila her kes bi berpirsiyarî tevbigere û bila ji xwe bipirse 'çima ez nahêlim ev ziman bijî, ez zirareke çawa didim van zarokan.'"