Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket 2021-05-15 09:14:46 WAN - Kaptanê Tîma Basketbolê ya Sendelyeya Biteker a Wanê Velî Kirmizi got: "Piştî min basketbol nas kir, ji heq pirsgirêka xwebaweriyê derketim."    Kaptanê Tîma Basketbolê ya Sendelyaya Biteker a Qulûba Werzîşê ya Berastengên Laşî ya Wanê Velî Kirmizi (40), yek bi yek ji heq astengiyan derketiye. Kirmizi, anî ziman ku piştî basketbol nas kiriye ji heq astengiyan derketiye û bal kişand ser meseleya xwebaweriyê.    SERKEFTIN LI SER SERKEFTINÊ   Kirmizi, anî ziman ku gava biçûk bûye ji ber derziyên şaş lingên wî biçûk mane û ji ber ku rewşa aborî ya malbata wî nebaş bûye baş nehatiye tedawîkirin. Kirmizi got: "Gava mezin bûm hay ji astengiyê çêbûm. Ewil di warê xwebaweriyê de qels bûm. Paşê ji heq wê derketim. Sedema herî mezin jî werzîş bû. Rojekê hevalên min hatin cem min û gotin dixwazin qulûbekê ava bikin. Min jî got, dibe. Piştî me biryar da me qulûb ava kir. Ewilî di warê peydakirina sendelyeyan de pirsgirêkên me hebûn. Qulûbên din aliyên me kirin û ev pirsgirêk jî hel bû. Sendelyeyên me hatin. Em bi wan sendelyeyan daxilî lîgê bûn. Em xeşîm bûn û tew me nikaribû gogê zevt bike. Her ku em hîn bûn, em hatin vê asta baş. Em ji lîga herêmî derbasî lîga dudoyan bûn."    Kirmizi, destnîşan kir ku bi salan di Tîma Basketbolê ya Sendelyeya Biteker de lîstiye û piştî wextekê tîmên din hin pêşniyaz dane ber wî û çûye tîmeke Qibrisê. Kirmizi, bilêv kir ku li Qibrisê xwe pêş xistiye û piştî du salan cardin vegeriyaye Wanê.    Kirmizi got: "Piştî Wanê transferî Rihayê bûm. Paşê erdheja Wanê çêbû. Ji ber erdhejê em bi malbatî çûn Stenbolê. Em li wir di konteyneran de man. Rayedar dihatin konteyneran. Ji min jî pirsîn bê ka kar dixwazim an na. Min jî got, 'Na, naxwazim. Dixwazim hûn gogekê û sendelyeyekê bidin min.' Li sendelyeya min mêze kirin û gotin, 'Va sendelyeya te heye.' Min jî got, 'Na, ez sendelyeya werzîşê dixwazim.' Çûn. Piştî du rojan min dî îdareyê anons kir. Ez şaş mam. Çûm ber derî. Min dît Mamosteyê Tîma Basketbolê ya Sendelyeya Biteker a Galatasarayê Sedat Încesû sendelye aniye. Qulûbeke mezin e û ez daxilî nav vê qulûbê kirim. Bi qasî 4-5 mehan li cem wan mam. Pir xweş bû. Piştî erdheja Wanê jiyan cardin bû wek berê û Qulûba Wanê telefonî min kir, xwest bêm. Çûm Wanê û min cardin domand."    PIRSGIRÊKA ÇÛNHATINÊ Û BERF   Kirmizi, destnîşan kir ku divê mirov ji bo kesên berasteng hîn bêtir hesas bin û got: "Jiyana her kesî çawa be, a min jî wisa ye. Zewicandîme, du zarokên min hene. Gava diçim çarşiyê, an li otobêsa şaredariyê an jî li mînîbusan siwar dibim. Li çarşiyê hê nû peyarêyên berastengan çêkirin. Ji bo me tên çêkirin, lê kesên neberasteng ji me bêtir bi kar tînin. Gava em diçin em ji mirovan re dibêjin, 'ka musade bikin.' Hin jê li paş xwe jî nanêrin. Bila berasteng li malê nemînin. Pirsgirêk tenê ne peyarê ne. Li vê herêmê pir berf dibare. Ji ber vê car heye em bi hefteyan ji mal dernakevin. Em telefonî şaredariyê dikin, wesayîta berfê dixwazin û heya rê venebin em dernayên. Em nikarin biçin firinê nan jî bikirin. Ev herêm ji bo me berastengan zor e. Li rojavayê welêt derfetên ji bo astengdaran zêdetir in. Di otobêsên şaredariyê de tenê deriyek heye ji bo berastengdaran. Di mînîbusên asayî de ev derî tune ye. Em diçin saziyan, lê di hinan jê de asansor tune ye an jî xerabe ye. Divê ev bên çareserkirin."    ‘EM PERÇEYEKE CIVAKÊ NE'    Kirmizi ku got "Her miroveke neberasteng bernamzetê berastengiyê ye" anî ziman ku lewma divê mirov di vî warî de hesas bin. Kirmizi, destnîşan kir ku ji bo ku xwebawerî li berastengan peyda bibe divê pêşî daxilî nav civakê bibin û divê berasteng ji berastengiya xwe fedî nekin û ji bîr nekin ku ew perçeyeke civakê ne.