'30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min' 2021-05-15 09:14:13   EDENE - Abdûrrahman Oral, anî ziman ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û got: "30 salan di girtîgehê de mam, hema bibêje cameke berçavkê nedan min."    Abdûrrahman Oral ku di 22'yê Nîsanê de ji Girtîgeha Elbîstanê ya Tîpa E'yê derket, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.    Oral ku di salên 1980'yî de gelek caran hatiye binçavkirin, di sala 1988'an de hatiye girtin û piştî salekê hatiye berdan û di sala 1992'yan de cardin hatiye girtin û di 22'yê Nîsana 2021'ê de jî hatiye berdan.    ÎŞKENCE   Bavê 4 zarokan Oral, bilêv kir ku gava hatiye girtin zarokê wî yê herî mezin 10 û yê herî biçûk 2 mehî bûye. Oral ku di sala 1992'yan de Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Meletiyê (DGM) cezayê muebedê lê birîbû, destnîşan kir ku dadgehên niha hîn jî wekî DGM'ê tevdigerin. Oral, da zanîn ku di 30 salên xwe yê girtîgehê de li Meletî, Amasya, Dîlok, Îskenderûn, Ordû û Elbîstanê di girtîgehan de maye û li girtîgehê bi îşkenceyeke sîstematîk a derûnî re rû bi rî maye. Her wiha Oral, anî ziman ku gelek caran jî cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û her cara ku doza mafê xwe kiriye ketiye ber lêpirsînên dîsîplînê.    Oral, destnîşan kir ku li hemberî girtiyên polîtîk ên kurd "hiqûqa dijminatiyê" pêk dihat û bi vî awayî girtî bi tahde û îşkenceyeke sîstematîk re rû bi rû mane.    Oral, diyar kir ku li girtîgehê ji xeynî TV û rojnameyên ku Wezareta Dadê û îdareya girtîgehê diyar dikin, nikaribûne TV'yên din temaşe bikin û rojnameyên din bixwînin. Oral, destnîşan kir ku li girtîgehê tecrîda li ser tecrîdê heye. Oral, bilêv kir ku berên li kantînan bêqalîte û pir biha bûn û dema sewqî nexweşxaneyê dihatin kirin di çûn û hatinê de bi provakasyonên gardiyanan re rû bi rû diman. Oral, anî ziman ku girtiyên ku muayeneya bi awayekî kelemçekirî qebûl nedikirin mafê wan ê tenduristiyê dihat binpêkirin û ev yek dibû sedema nexweşînên mayînde û kujende.    Oral, destnîşan kir ku gelek girtî ji ber ku teşxîseke dereng û netedawîkirinê jiyana xwe ji dest dane û got: "Hevalekî bi navê Abdullah hebû. Ji ber ku dereng wî birin nexweşxaneyê, pençeşêr lê peyda bû. Ev heval gava hat berdan jiyana xwe ji dest da. Mehmet Zahîr Ozdemîr jî qirika wî birîn bûbû û werimîbû. 2 salan nehat tedawîkirin. Piştî du salan gava çû nexweşxaneyê teşxîsa pençeşêrê danîn. Niha di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê de ye. Heger di wext de mudaxile çêbûbûna û bihata tedawîkirin, ê ev qasî xedar nebûna. Yanî girtiyên siyasî ber bi mirinê ve tên şandin. Li girtîgehan gotin û mantiqa Kenan Evren didome ku gotibû 'Ma em dalneqînin û xwedî bikin?'"    GELEK NEXWEŞÎN LÊ PEYDA BÛNE    Oral, bibîr xist ku ji Mûhammed Emîrê 57 salî yê efrînî ku di 2'yê Cotmeha 2020'î de ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye, gotine grîb e û wî şandine girtîgehê û paşê jiyana xwe ji dest daye. Oral, bilêv kir ku li girtîgehê mîgren, zingîniya guh, nexweşîna singê, nexweşîna mîde û romatîzmayê lê peyda bûye û got: "30 salan di girtîgehê de mam, hema bibêje cameke berçavkê nedan min. Cama didan ez gêj dikirim. Cameke cuda dane. Gava tu cardin diçî, tiştekî nakin. Ev cam tê wateya xerakirina çav. Ev mînakeke tedawiyê ye."    Oral, destnîşan kir ku atmosfera siyasî ya li welêt rengevdana girtîgehan e û îqtidar dixwaze tîpeke edlî ya mehkûman biafirîne. Oral, bal kişand ser Rêziknameya Derbarê Nirxandina Senifandin û Rewşa Hikumxwaran de ku di 1'ê Çileyê de ketibû meriyetê, û anî ziman ku îqtidar qanûnên xwe jî bi tu tiştî nahesibîne û "poşmantiyê" ferz dike. Oral, diyar kir ku îqtidar vê rêziknameyê wekî şantajê bi kar tîne.    Oral, diyar kir ku 17 salan di Girtîgeha Elbîstan a Tîpa E'yê de maye û sewqa wî ya ji bo girtîgehên din bi hinceta cih tune ye tim hatiye redkirin. Oral, anî ziman ku nameyên bi kurdî bi hinceta "wergêr tune ye" nedihatin şandin.    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ   Oral, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê jî û xwest rojek berî rojekê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe. Oral got: "Şer dê nikaribe vê pirsgirêkê çareser bike. 40 sal in ev şer didome. Divê ev şer bi dawî bibe. Dê bi diyaloga bi Îmraliyê re ev pirsgirêk çareser bibe. Ev, dê hem bibe destkeftiya gelê kurd hem jî ya gelê tirk."    MA / Hamdûllah Kesen