Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin 2021-05-14 13:31:10   ENQERE - Komek ji 3 kesan pêk hat, duh bi şev êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin. HDP’ê derbarê êrişê de daxuyanî da û goot: “Êrişkar nehatin binçavkirin û faîlê êrişê Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû ye.”   Komek ji 3 kesan pêk hat, duh di saet yekê şevê de, êrişî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. HDP’ê derbarê êrişî de daxuyanî da û dest nîşan kir ku di demeke ku têkiliyên siyaset-mafyayê aşkere bûn de, êriş kirin ne tesadufe.     BINÇAV NEKIRIN   Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navenda HDP’ê têkildarî êrişê da, wiha ye: “3 kesên nasnameya wan ne diyar, duh bi şev saet 00.05’an êrişî avahiya Navenda me ya Giştî kirin. Polîsên ku avahiya me diparastin, bi tu awayî mudaxileyî êrişkaran nakin, weke ku ji bo wan bûne alîkar tevgeriyane. Ji ber vê êrişkar li şûna ku bên binçavkirin, dest û milên xwe hejandine û ji cihê bûyerê çûne. Ev jî dide nîşandan ku kîjan hêzan ev kes ber alî kirine.    FAÎL SOYLÛ YE   Bersûcê vê êrişê desthilatdarî û Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû ye. Di demeke ku têkiliyên siyaset-mafya û hevkariyên tarî aşkere bûn de, êrişkirin ne tesadufe. Bi vê dixwazin hedefê berevajî bikin. Emê tu carî welat terkî insafa vê hişmendiya tarî û êrişkar nekin. Em ê bi têkoşîna hevpar Tirkiyeyê ji vê tarîtiyê rizgar bikin.”