Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman 2021-05-14 10:21:37   AMED - Rêveberên PENa Kurd, diyar kirin ku ji ber bişavtinê heqîqeta Kurdî bi talûkeyek mezin re rûbirû ye û gotin: “Divê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, bibe roja vegera li zimanê xwe.”   Kovara Hawarê ku yekemîn car bi alfabeya Latînî dest bi weşana Kurdî kir, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û ronakbîrên Kurd ve di 15’ê Gulan 1932’yan de, hat weşandin. Bi vê boneyê 15’ê Gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî ji sala 2006’an ve tê pîrozkirin. Hevserokê PENa Kurd û zimanzan Samî Tan û rêveberê PENa Kurd helbestvan Herdem Merwanî, bi boneya roja zimanê Kurdî bal kişandan ser polîtîkayên bişavtinê yên li dijî zimanê Kurdî.    HEWAR XEBATEK BIRÊXISTIN KIRÎBÛ   Hevserokê PENa Kurd Samî Tan, diyar kir ku Kovara Hawarê ya di 15’ê Gulana 1932’yan de ji aliyê zimanzanan ve li dijî polîtîkayên bişavtinê û ji bo pêşxistina zimanê Kurdî hat weşandin a ku Kurdî xwest navenda xwe û xebateke birêxistin kirîbû, ji bo Kurdan pir girînge.    HIQÎQETA ZIMAN WINDA DIBE   Tan, anî ziman ku di saya Komeleya MED-DER’ê û gelek rêxistinên civaka sivîl ên ji bo ziman hatine avakirin de, bi hezaran Kurd fêrî zimanê xwe dibin û wiha bilêv: “Lê di warê axaftina ziman de, heqîqeta vî zimanî winda dibe. Êdî mirov zimanê xwe ji bîr dike û neçar dimîne ku fêrî zimanên din bibe. Bi taybetî, ji ber ku di qada gelemperî de bi Kurdî nayê axaftin, zimanê fermî cihê zimanê Kurdî tije dike. Polîtîkayên înkar û redkirinê yên li dijî Kurdî, ji îlankirina Komara Tirkiyeyê ve dewam dikin. Piştî Cemiyeta Îttîhat û Terakkî jî, polîtîkayên qirêj ên li ser zimanê Kurdî zêdetir, dewam kirin.”    DIVÊ ALTERNATÎF BÊ AVAKIRIN    Tan, da zanîn ku divê gelê Kurd, ji bo zimanê xwe, têkoşîneke birêxistinkirî bi rêve bibe û wiha bi dawî kir: “Lazime ku em zimanê xwe bidin jiyîn. Ger gelê Kurd xwedî zimanê xwe derkeve, wê tu hêz nekare zimanê wê ji holê rabike. Ji bo ku zimanek pêş bikeve, divê bê pêşxistin, parastin, statuyek wê hebe û bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo alternatîfek derbikeve holê, divê em derfetên teknolojiye hîn zêdetir bi kar bînin. Weke ku tê zanîn di pêvajoya pandemiyê de, pergela perwerdê ya tevahiya cîhanê têk çû. Ev rewş, di heman demê de derfeteke. Ji bo pêşxistina ziman ji dûr ve perwerde tên dayîn. Pergaleke perwerdê ya ku malbat û ferdan esas digire, dikare bê pêşxistin. Divê gelê Kurd ji bo vê yekê biyara xwe bide û di vê biryara xwe de bi israr be. Pêwîste 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, bibe roja vegera li zimanê xwe.”   BI KURDÎ JIYÎN   Rêveberê PENa Kurd helbestvan Herdem Merwanî jî, bal kişand ser parastina zimanê Kurdî û wiha axivî: “Di rewşa heyî de, divê Kurdî bê parastin. Divê her kes, êdî xwedî zimanê Kurdî derkeve. Pêwîste ku gelê Kurd bi zimanê xwe jiyana xwe ava bike. Encex bi vî awayî pêşiya bişavtinê bê girtin. Em her tim dibêjin zimanekê dewlemend ê Kurdî heye, lê em qels nêzî vê dewlemendiyê dibin. Em dibin dirûşmeya ‘Dem dema parastina ziman e’ de xebatên xwe bi rêve dibin. Em vê xebatê di asta hebûn û tunebûnê de, digirin dest. Divê gelê Kurd daxilê vê yekê bibe. Encex bi vî awayî em karibin zimanê xwe zindî bigirin. Lê mêze bikin, dema qeyûm hatin tayînkirin, ewil êrişî zimanê Kurdî û pirtûkên Kurdî kirin. Ger hûn bixwazin gelekê tune bikin, ewil hûnê her tiştê wê bidizin û bêjin ê me ye. Bi vî awayî te diguhere û asîmîle dike.”   ‘EM ÎXANETÊ LI DAYIKÊN XWE NEKIN!’   Merwanî, anî ziman ku di pêşxistin û parastina ziman de, roleke mezin a dayikên Kurd heye û wiha bi dawî kir: “Li gel gelê Kurd, cihek birûmet ê dayikên me heye. Yên ku heya roja îro zimanê me parastin dayikên me ne. Ji ber vê parastina ziman, parastina dayikên me ne. Ji bo vê em îxanetê li dayikên xwe nekin. Dayikên me jî rûmeta gelê me ne.”    MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar