Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand 2021-05-14 09:04:34   COLEMÊRG - Welatiyên temenê wan di ser 65 salan re ku ji ber tevdîrên şewba Covîd-19'ê nikarin derkevin derve gotin: "Polîtîkayên îqtidarê, temenê me yê mayî rizandin."   Li Tirkiyeyê ji roja ku şewba Covîd-19'ê belav bûye heya niha ên herî zêde bandor ji tevdîrên di vî warî de digirin welatiyên temenê wan di ser 65 salen re ne. Welatiyên ku ji ber tevdîrên tên girtin nikarin derkevin derve gotin: "Polîtîkayên îqtidarê, temenê me yê mayî rizandin."   BERÎK VALA YE   Teterhan Mîlasê 68 salî anî ziman ku qedexeyên pandemiyê tu aramî ji wan re nehiştine û di vê pêvajoyê de bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. Mîlas got: "Gelek kes hene qurîşek pere di berîka wan de tune ye. 17 roj qedexe ragihandin. Mirovan di vê qedexeyê de pereyên xwe yên mayî jî xerc kirin. Gava qedexe biqede dê mirov nikaribin lazmatiyên xwe bikirin, ji lew re pere nemaye."    MA QEY LI KONGREYAN VÎRUS TUNE?    Mîlas bal kişand ser nakokiyên di warê qedexeyê de jî û got: "Me tu tişt ji van qedexeyan fêm nekir. Hin partî mîtîng û kongreyan li dar dixin. Hêwanên kongrean heta dev tije dikin. Tu dibê qey li van kongreyan vîrus tune ye. Gava du mirov tên cem hev du qedexeyê dikin hincet û astengiyan datînin ber wan."    'ÊDÎ EM ACIZ BÛN'    Mîlas, anî ziman ku qedexeyên tên danîn herî zêde bandorê li kesên "xizan" dikin û got: "Em kesên di ser 65 salan re dixwazin bigerin. Sal û nîveke ji ber vê nexweşînê kar û barek jî tune ye. Heger li malekê ji 6 zarokan yek jî nexebite, dê jiyan zehmetir bibe."    Mîlas, polîtîkaya aşiyê jî rexne kir û got: "Sal û nîv derbas bû, ma mirov dermanekî peyda nake? Her diçe zêde dibe. Par ne ew qas zêde bû. Îqtidar divê çareyekê peyda bike. Em li malê aciz bûne."    ‘TEMENÊ ME RIZAND'    Mûstafa Sevdînê 79 salî ku li Taxa Cumhûriyetê ya Geverê dimîne got: "Polîtîkayên îqtidarê temenê me rizand."    Sevdîn, bilêv kir ku êdî hew tamûl dikin û got: "Sal û nîveke em di hundir de ne. Nikarim biçim cem hevalên xwe. Em extiyar divê pir rûnenên. Heger em nexweş bin jî gava em li ser xwe bigerin, em ê zû baş bibin. Lê di malê de nexweşînên me girantir dibin."    Sevdîn, destnîşan kir ku tu hêviya wî ji polîtîkayên îqtidarê tune ye û got: "Tenê dixwazim rojek berî rojekê gelên cîhanê ji vê nexweşînê xelas bibin."