Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin 2021-05-14 09:04:20 STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, anî ziman ku talankirina xwezaya Îkîzdereyê û operasyonên li Metîna, Avaşîn û Zapê heman tişt in, ji lew re bi talankirinê û operasyonan tê xwestin ku civak bênefes bimîne.    Operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, destnîşan kir ku pevçûn û operasyon ne çare ne, çare bi têkoşîn û rêxistinbûyîneke piralî pêkan e.    ÎNKARKIRIN TÊ FERZKIRIN    Ûgûrlû, destnîşan kir ku serdema 2013-2015'an ji bo kurdan û tevahiya gelan pêvajoyeke girîng bû û got: "Gelên qedîm ên vê xakê, tim bi şer û talanên hêzên hegemonîk re rû bi rû mane. Gelên tên înkarkirin hem hatin qirkirin hem jî bi darê zorê koç kirin. Ermenî, suryanî, rûm û gelên din ji ber cudahiyên xwe bedêlên giran dan."    GIRÎNGIYA PÊVAJOYÊ    Ûgûrlû, anî ziman ku li vê axê bi salan e tê xwestin ku pirsgirêka kurdî bi polîtîkayên ewlehîparêz bê çareserkirin. Ûgûrlû, bilêv kir ku pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê çareserkirin. Ûgûrlû bal kişand ser pêvajoya 2013-2015'an û diyar kir ku di vê pêvajoyê de bêhna her kesî derketiye û got: "Ev hat dîtin. Bi vê pêvajoyê re rewşa aborî, siyasî û civakî baş bûbû, dayik hêsir nedibarandin. Me dît ku em dikarin bi hev re bijîn û cudahiya aliyekî ji bo aliyên din ne cihê tehdîdê bû. Di civakê de zemîna qanehkirinê çêbûbû."    FERASETA TEKPARÊZ    Ûgûrlû, destnîşan kir ku îqtidara ku xwe bi tekparêziyê pênase dike, pêvajoya navbirî xera kiriye û ev feraseta tekparêz îtaetê li jin, ciwan, kedkar û karkeran ferz kiriye. Ûgûrlû, bibîr xist u îqtidara tekparêz bi awayekî yekalî maseya çareseriyê qulibandiye û got: "Îqtidarê xwe wekî berdevkê civakê hesiband û bi gelek krîzan civakê dorpêç kir. Vê îqtidara ku xwe li ser asasên tirkîtî, mêrantî û sunîtiyê ava dike û xwedî polîtîkayeke belavker e, demokrasî û wekheviyê tamûl nake. Ev îqtidar ji bo hebûna xwe, ên din wekî talûke hesiband. Niha em dibînin bê ev polîtîka bûn sedema çi."    CIVAKÊ BÊNEFES DIHÊLIN    Ûgûrlû, anî ziman ku talankirina xwezaya li Îkîzdereyê û operasyonên derveyî sînor heman tişt in û got: "Gel, ji ber van polîtîkayan her diçe hîn bêtir xizan dibin. Bedêlên ji ber van polîtîkayan didin girantir dibin. Dixwazin civakê bênefes bihêlin. Ev mesele hemû bi hev ve girêdayî ne."    ÇARESERÎ TIFAQA DEMOKRASIYÊ YE    Ûgûrlû, bibîr xist ku di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civakê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî muxatab hatiye esasgirtin û got: "Di sala 2015'an de piştî qulibandina maseyê li Îmraliyê tecrîd dîsa dest pê kir. Komîteya Pêşîlêgirtina Tecrîdê ya Ewropayê (CPT) vê yekê wekî îşkenceyê pênase kir. Ev yek niha bi awayekî hîn girantir didome. Ev tecrîd tenê bi Îmraliyê ne sînordarkirî ye. Bandorê li derdorên din jî dike. Îqtidar ji bo hebûna xwe, daxwaza jiyana bi hev re ya civakê tune dike. Lewma derdorên muxalif divê vê yekê bibînin û bi berprisiyarî tevbigerin. Divê van zext û zoriyan veguherînin derfetan û ji bo şikandina tecrîdê bi wêrekî rêbazine têkoşîn û rêxistinbûyîneke piralî pêş ve bibin."    MA / Ferhat Çelîk