‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe' 2021-05-14 09:03:21   WAN - Hevserokê HDP'a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn, destnîşan kir ku bi tecrîdê re pirsgirêkên welêt hîn bêtir kûr bûne. Dûrsûn, bang kir ku her kes bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê.    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorvegerên ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 169'an de ne. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bedlîsê Rûmet Dûrsûn, destnîşan kir ku girtiyan ji ber tecrîdê dest bi vê çalakiyê kirine û divê derve bibe dengê vê çalakiyê.    Dûrsûn, destnîşan kir ku îqtidar tecrîdê kûrtir dike û got: "Birêz Ocalan bi xespeke taybet û bi hiqûqeke kînî tê tecrîdkirin. Her ku Ocalan behsa modelên xwe yên çareseriyê dike û nexşerêyan amade dike û bi gavine berbiçav bal dikişîne ser pirsgirêka kurdî û maseya çareseriyê, tecrîd girantir û kûrtir dibe. Îqtidar çareseriyê naxwaze. Ji lew re heger şer dewam neke û cenaze neyên dê nikaribin siyasetê bikin. Îqtidar naxwaze pirsgirêkên rastîn ên Tirkiyeyê bên axaftin."    KRÎZ KÛR DIBE    Dûrsûn, destnîşan kir ku bi tecrîdê re krîzên li welêt jî bêtir kûr dibin û got: "Di navbera hemû pirsgirêkên welêt û tecrîdê de pêwendiyek heye. Yanî her ku tecrîd kûr dibe pirsgirêk jî kûr dibin. Li welêt krîza aborî heye, ji ber ku tecrîdê didome. Di dema pêvajoya aştiyê de rewş çawa bû, di dema şer de çawa ye? Malbata ku duh bi 100 TL'yî diçû bazarê û pêdiviyên xwe distend, niha bi 300 TL'yî nikare pêdiviyên xwe bistîne. Li fatûreyan binêrin, ji wê çaxê heya niha çi qasî zêde bûne. Her ku tecrîd bidome, dê krîz kûrtir bibin. Hin kes îqtidara xwe têkûz dikin, lê ya dibe bi gelê mazlûm dibe."    Dûrsûn, bilêv kir ku ev tişt hemû hatine dahûrandin û li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine û got: "Xwerexnekirina me jî, berî ku êşên berê dubare bibin û tenduristiya girtiyan ji binî de xera bibe, şikandina tecrîdê ye. Ev dê di heman demê de mudaxileyeke bibandor li rojeva rastîn a erdnîgariyê bike."    Dûrsûn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazine demokratîk in û got: "Bila qanûn ji bo her kesî wekî hev be. Bila li Îmraliyê jî hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re pêk bên û mafê hevdîtina bi rêya telefonê jî pêk bê. Ev ne lutfek e, mafekî qanûnî ye. Lewma em dixwazin demildest ev maf pêk bên."