Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir 2021-05-13 17:03:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê rêxistina sûc organîzekirî Sedat Peker, vê carê behsa Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû kir û pirsa “Ma ne te polîsê parastinê da min. Te ji min re got, ‘ji bo te Sedat Peker dosya Amede dikin. Ger rewşekê bi talûke çêbe, ezê agahî bidim te?’” kir.   Sedat Peker ê derbarê wî de biryara lêgerîna bultena sor a “Serokê Rêxistina Sûc a Organîzekirî” heye û derketiye derveyî welat, di dîmenê herî dawî li ser Youtubê weşand de, behsa Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû kir û îdîayên balkêş danîn holê.   Peker ê ku di sernavê dîmenên xwe de got, “Ji bo hin kesên ku berî çîroka şêr bêvegotin, baweriya xwe bi çîroka nêçîrvan tînin. Pelîkancîno, Agircîno, Suleyman Soylûcîno” carek din ji Akademîsyenên Aştiyê lê borîna xwe xwest û wiha got: “Min heywatî kir. Ez li wan dostan lê borîna xwe dixwazim.”   ‘BI SER SOYLÛ DE PIR TÊN’   Peker, îdîa kir ku piştî weşandina vîdeoyan, derbarê Soylû de telefonek li wî geriyaye û wiha bilêv kir: “Suleymanê me yê paqij heye, Birêz Wezîrê me yê Karên Hûndir. Heval geriya got ku, ‘Bi ser Suleyman Beg de pir tên, wê tiştnan bêjin, heval bila qûrê nenêre.’ Suleymanê me yê paqij tweetek avêt, got ‘Em dû şopa serokê rêxistina sûcin.’ Dema ku gel êrişî wî kir, roja din got, ‘Qirêj, serokê mafyayê.’ Ezê niha bi namûsdarî bi axivim. Mirovên derewan dikin, her tim aşkere dibin. Ji xwe ezê bi delîlan her tiştî bêjim.”    'MA TE NEGOT BERAT STENBOLÊ BI RÊVE DIBE?’   Peker, di dewama axaftina xwe de ji bo Soylû wiha got: “Ger namusa te hebe, tu yê bi axivî, ma ne te Berat Beg kir dijminê min? Xizmê min Reşat Hacifazlioglû hemû organîzasyonên te dike. Ma ne tu bûyî ku te dixwest xwe bigihînî serokê DYP’ê, te ne digirtin kongreyan, ka lê mêze bike, ligel te kî heye, hevalên min û xizmên min hene. Ma ew ne li gel te bûn? Tê bîra te xizmekê min hat got, ‘Hin tişt tên guhê Reîs, li Stenbolê pirsgirêk hene.’ Wê demê te çi got, te got ku ‘Ez Stenbolê bi rêve nabin, Berat bi rêve dibe.’ Te got an te ne got? Te got, ‘Ew her tiştî dike.’ Te got an te ne got?”   ‘BERÎ ÎSTÎFAYÊ TWEET AMADE KIRIN’   Wezîr Soylû, bi hinceta şewba vîrûsa koronayê, di 10’ê Nîsana 2020’an de, piştî îlankirina qedexeya derketina kolanan û qerebalixtiya derketibû îstîfa kiribû û rojek berî biryara îstîfayê dest nîşan kiribû 1 milyon û 300 hezar tweetên piştgiriyê hatibûn amadekirin. Peker ji bo vê mijarê jî wiha got: “Bûyera îstîfayê ya Suleymanê me yê paqij heye. Rojek berî, di hesabên robot de, tweet hatin amadekirin. Ew 1 milyon û 300 hezar tweet hebûn… Tu jî dizanî, mîna birayê min, ew hemû zarok, portallên nûçeyan ên piştigriya min dikirin, piştgirî dan te.”    ‘EMÊ JI SULEYMAN JÎ PIRS BIKIN’   Peker, dest nîşan kir ku Soylû jî rastiya întîharkirina Midurê Polîsan ê Sîlîvriyê Hakan Çalişkan baş dizane û wiha bi dawî kir: “Midurê Polîsan ê Sîlîvriyê paqij û hevalek ciwan bû. Hevalên wî yên Miduriyeta Polîsan baş dizanin ku ji bo çi întîhar kiriye? Ne gotin, ger bigotan, wê bawer nekiran, dê bavêtan girtîgehê, dibe ku bihatan sîrgûnkirin. Dibe ku şert û merc ne guncaw bin. Emê vê ji Suleymanê xwe yê paqij jî bipirsin. Vebêje Suleymanê paqij, Suleymanê pir û pak, Suleymanê xemilandî…”