‘Ew cejnên xweş li gundê me man’ 2021-05-13 14:08:45   ÎZMÎR - Kadriye Kolûman a ji gundê wê dan koçkirin û li Îzmîrê bi cih bû, diyar kir ku ji warên xwe hatin koçkirin û wiha got: “Ew cejnên xweş li gundê me man.”   Ji ber qedexeyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) mirov Cejna Remezanê li malên xwe derbas dikin. Ji ber seredan nayên kirin ji bo gelek kesan cejn dilşikestî derbas dibe. Ji bo mirovên ji gundên xwe hatin koçkirin jî xemginiya paşêroj e zêdetir e.    Kadriye Kolûman a 63 salî û Aysel Ateş a 70 salî ku li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê dijîn ligel bi tenê cejnê pêşwazî dikin, xeribiya cejnên li gundê xwe dikin.    Kadriye Kolûman a ji gundê Dengîza yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê di sala 1994’ê ya dema gund dihatin şewitandin, hatin koçkirin û hatin Îzmîrê, li taxa ku xizmên wê lê dijî tena serê xwe dijî. Kolûman, xeribiya xwe ya cejnên berê bi van gotinan vedibêje “Xwezî me karîbûya vegerin rojên berê.”   HERKES BELAVÎ ALIYEKÎ BÛ   Kolûman, destnîşan kir ku piştî ku gundên wan hatin şewitandin û koçberî li wan hat ferzkirin rojên cejnan ji bo wan vegerîne janekê û wiha got: “Em ji warê me kirin, li bajaran perîşan bûn. Herkes belavî aliyekî bû. Ew cejnên xweş li gundê me man.”   Kolûman, anî ziman ku cejnên berê beriya çend rojan amadekarî dikirin û wiha axivî: “Bi coşeke mezin zû dest bi amadekariyên rojê dikirin. Me weke şîrînahiya cejnê “Kulîçe” çêdikirin. Kulîçeyên ku me şev amade dikirin me îkramî mevanan dikir.”   XERÎBKIRINA GUND   Kolûman, diyar kir ku di mizgefta gund de dema nimêj dihat kirin herkes diçû seredana goristanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cejnan wateya xwe ya berê windakirine. Xwezî me karîbûya vegerin rojên berê. Kesên ku hev nas dikin nas nedikirin cejna hev pîroz dikirin. Niha ne kes digere ne jî pirs dike. Li van deran tu tama cejnan nîne, cîrantî nîne, kes deriyê kesê naveke. Em li gundên xwe dilşad bûn. Hêvî dikim ku rojekê aştî pêk were û em vegerin gundê xwe û rojên xwe yên berê.”   CIL DIHATIN DIRÛN   Aysel Ateş a 70 salî ku li Afyonkarahîsarê ji dayik bû û mezin bû jî ji ber qedexeyên pandemiyê bi xerîbkirina zarok û neviyên xwe cejnê pêşwazî dike. Ateş, xeribiya cejnên ku li gundên xwe derbas dikir wiha vegot: “Berê ji ber ku cil tune bûn. Me ji perçeyê potikan cil dirûn. Em xizan bûn lê dilşad bûn. Ez her tim li wan rojan digerim.”   Ateş, diyar kir ku ji ber sînorkirinan vê cejnê tena serê xwe pêşwazî bike û wiha got: “Ji ber pandemiyê em nikarin zarokên xwe bibinin, zarokên me nikarin me bibinin. Ez hêvî dikim ku di vê cejnê de herkes bi tendurist be.”