Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt 2021-05-13 12:25:51   STENBOL - Dadgehê, Taylan Kûlaçoglû yê polîsan bi hêceta parvekirinên medya civakî gazî Miduriyeta Polîsan a Stenbolê kiribûn, girt.   Dadgehê, Taylan Kûlaçoglû yê polîsan bi hêceta parvekirinên medya civakî ji bo îfadeya wî bê girtin gazî Miduriyeta Polîsan a Stenbolê kiribûn, girt. Polîsan Kûlaçoglû, li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ku ji ber îfade dayînê çûbûyê, binçav kirin. Piştî ku polîsan îfadeya Kûlaçoglû li Miduriyeta Polîsan girt, ew sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê Kûlaçoglû bi daxwaza girtinê sewqî 4’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Stenbolê kir. Dadgehê jî Kûlaçoglû girt û şand girtîgehê.