F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin 2021-05-13 11:03:32   RIHA - Polîsan li Şaxa TEM'ê ya Rihayê îşkence li F.B., kirin. Dadgehê jî der barê F.B., de biryara girtinê da û şand girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê. Parêzerê F.B., Alî Aslan, anî ziman ku muwekilê wî F.B. li Şaxa TEM'ê ya Rihayê îşkence lê hat kirin û ev yek berdewama “Îşkenceya Xalfetîyê" ye.    Li navçeya Pirsûs a Rihayê polîsan di 7'ê Gulanê de F.B. yê 25 salî bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" ye binçav kirin û piştre jî li dagehê girtin û şandin girtîgehê. Parêzerê F.B. Alî Aslan, diyar kir ku muwekilê wî li Şaxa TEM'ê ya Rihayê îşkence lê hatiye kirin û gef li hevjîn û zarokên wî xwarine. Piştî F.B. di 11'ê Gulanê de bi parêzerê xwe Alî Aslan re hevdîtin kir, îşkenceya li wî hatiye kirin vegot.    F.B., piştî bi parêzerê xwe Alî Aslan re hevdîtin kir, anî ziman ku îşkence lê hatiye kirin. F.B. bi rêya parêzerê xwe Alî Aslan wiha got: “Polîsan serê sibê di 7'ê Gulana 2021'an de li malê ez binçav kirim. Ez birim Şaxa TEM'ê. Ez derxistim qadê duyemîn. Bi cawekî çavê min girêdan û ez xistim odeyekê. Bi qasî min ji dengan fêm kir, 3-4 kes hebûn. Xwestin ez çonge xwe dînim erdê. Ji bo ez sûc qebûl bikim zora fîzikî û derûnî li min kirin. Bi pêhn û gulman li ser û laşê min xistin. Çêrên pir giran ji min re gotin. Gotin 'Tu sûcê xwe qebûl neke tu yê li vir birize' û gef li min xwarin. Piştre çavê min vekirin û ez birim nezaretxaneyê."     F.B., bi rêya parêzer Alî Aslan anî ziman ku di 9'ê Gulanê de dîsa birin heman odeyê û wiha axivî: “Li ber derî çavê min girê dan û ez birim odeyê. Li wir tenê dengê yekî dihat. Çavê min vekir û wêneyek nîşanî min da. Min ew kesê di wêne de nas nedikir. Xwestin ez bêjim 'ez nas dikim' Gef li min û zarokên min xwar. Piştre xwestin min îkna bikin."    F.B. bi rêya parêzer Aslan, da zanîn ku dema di îfadeyê de xwest îşkenceya lê hatiye kirin derbasî girtekan bike, polîsan berteka “Li TEM’ê tiştekî wisa ne pêkan e' û qeyd nekirine. Piştî Prz. Ali Arslan, muwekilê xwe F.B. ziyaret kir, serî li Navenda Mafên Mirovan û NAvenda Mafên Parêzeran a Baroya Rihayê da. Li ser vê yekê 10 parêzerên Baroya  Rihayê hatin avahiya TEM'ê. Lê destûr nedan ku parêzer têkevin avahiya TEM'ê. Aslan girteka duyemin girt û xwest ji aliyê muwekîlê wî F.B.  ve bê îmzekirin. Lê polîsê li TEM'ê ev yek asteng kir. Li ser israra parêzer îfadeya F.B., li ser îfadeya girtekên TEM'ê zêde kirin.    F.B. di 12'ê Gulanê de sewqî 3'eîn Dadgeha Cezayê Sulhê kirin. F.B. li dadgehê sucdariya li dijî xwe red kir. Prz. Aslan jî anî ziman ku muwekilê wî F.B. di bin çavan de îşkence lê hatiye kirin û xwest dadgeh der barê Dozgeriya Komarê ya Rihayê de serlêdana sûc bike. Lê dadgehê ev daxwaza parêzer red kir . Aslan, xwest muvekîlê wî bê berdan. Lê heyeta dadgehê der barê F.B., de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê.    Prz. Alî Aslan, anî ziman ku di 19'ê Gulana 2019'an de dîsa li Navçeya Xalfetiyê tîmên taybet îşkence li 55 kesan kiribû û wiha got: “Me hûrguliyên îşkenceya li muwekilê min hatiye kirin ji dadger re vegot. Lê tevî vê yekê dadger daxwaza me ya serlêdana sûc red kir. Şahidê nepen dibêje F.B. di havîna 2015'an de çûbû Kobanê. Dema çûbû wir li wir şer hebû. Piştî şer zêde bû dîsa vegeriya Tirkiyeyê. Lê şer di 2014'an de pêk hat. Di 26'ê Çileya 2015'an de piştî DAIŞ têk çû şer bi dawî bû."    Prz. Aslan, anî ziman ku bi rêbazên qedexe îfade hatiye girtin û wiha bi dawî kir: "Welatî bi awayekî keyfî tên girtin. Dadgeh bi keyfî biryarê dide. Di dozên siyasî de biryarên hiqûqî nayên dayîn."    MA / Emrullah Acar