Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê 2021-05-13 10:26:10   RIHA - Malbata Şenyaşar, bi boneya Cejna Remezanê, peyama “Bi hêviya ku kes mîna me êşa wiha nejî, cejna we bi xêr bê” parve kir.    Çalakiya Malbata Şenyaşar a ku bi daxwaza berpirsiyar bên darizandin li pêş Edliyeya Rihayê “Nobeta Edaletê” da destpêkirin, di roja 66’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.   Malbatê li ser hesabên xwe yên medya civakî, bi boneya Cejna Remezanê, ev peyam da: “Îro em, êşa xwe ya ku pênaseya wê nayêkirin di dilê xwe de vedişêrin. Bi hêviya ku kes mîna me êşek wiha nejî, cejna we bi xêr bê…”