Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê 2021-05-13 09:58:54 ŞIRNEX - Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, piştî îdîayên windahiyên eskeran ên di operasyonên li Metîna, Avaşîn û Zapê dewam dikin de, hat Şirnexê    Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, Serokê Fermandariya Giştî Serfermandar Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Serfermandar Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Deryayî Amirê derya Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Hewayî Serfermandar Hasan Kuçukakyuz, hatin Şirnexê. Akar çû 23’yemîn Fermandariya Mezin a Piyade û derbarê operasyona eskerî ya di 23’yê Nîsanê de, li Metîna, Avaşîn û Zapê dest pê kir de, agahî girtin.    Hat destnîşan kirin ku Akar û fermandarên pê re,  piştî îdîayên windahiyên eskeran ên di operasyonê de û sewqkirina cerdevanan a herêmê, hatin Şirnexê.   Akar, berê jî derbarê zor û zehmetiya di operasyonê de, ev daxuyanî da bû: “Daketin, siwarbûna çiyan, berwaran pir zore. Helîkopter nikarin teker danîn erdê. Di têkoşîna heya roja îro de, hemû tiştên pêwîst hatin kirin. Di liv û tevgerên hewayî de, helîkopterên me 300-500 sortî kirin. Mixabin hin welatên ku me wan weke dost dizanîn, füze dan PKK’ê. Ji ber vê yekê, her yek ji van ji me gefên mezin ên bi taloke û bi rîskin.”