Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê 2021-05-13 09:57:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Zanyarê Siyasî û Nivîskar Cemal Çelkî têkildarî operasyona TSK'ê ya li Zap, Metîna û Avaşînê pêk tê, diyar kir ku Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê û got: "Tirkiye bi dehan, sedan operasyonên din jî çêke encamê nastîne. Ji ber ku bi mêtîngeriyê serkeftin çênabe."    Serokê DYA Jeo Bîden û Serokomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogn rojek beriya komkujiya Ermeniyan di 23'ê Nîsanê de bi telefonê axivîn.  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) piştî axaftina telefonê di 23'ê Nîsanê de li dijî Başûr li ser Herêma Metîna Zap û Avaşînê operasyona eskerî dan destpêkirin. Operasyona TSK'ê ya li dijî herêmê 21 roj in didome. Gelek nivîskar, siyasetmedar, akademîsyen û rewşenbir diyar dikin ku li pişt vê operasyonê DYA heye û ev berdewama projeya DYA ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Li aliyekî şer didome, li aliyê din bertek û nerazibûnên li dijî operasyonê zêde dibin. Bi hezaran esker, cerdevan û hêzên paramiliter tev li operasyonê dibin. Lê heta niha encam bi dest nexistine. Piştî operasyonê dest pê kir hefteyek şûnde Wezîrê Parastinê Hulusi Akar got “Helîkopter nikarin xwe li kaş û zinarê çiya dînin" û şikestina TSK'ê nîşan da. Têkildarî operasyona TSK'ê ya 21 rojin didome Zanyarê Siyasî û Nivîskar Cemal Çelkî nirxandin kir.    Çelkî ewil li ser armanca operasyonê rawestiya û got: "Armancên hevpar ên hemû operasyonên ku Tirkiye li başûr dide destpêkirin hene. Ev armanca hevpar dagirkirina herêma Başûrê Kurdistanê ye. Bi van operasyonê dixwazin hêza Kurdan a li herêmê lawaz bike. Binerin baragehên eskerî yên Tirkiye li herêmê sivîl ên li Başûrê Kurdistanê hatine avakirin. Dixwazin li herêmê aloziyê pêş bixin. Hebûna Tirkiye û AKP'ê ya li herêmê ji bo gel gefek mezin e. Tirkiye bi van operasyonan dixwaze axê li axa xwe zêde bike. li pêş xeyalên Osmanî ne. Dema vê yekê dike jî PKK'ê ji bo xwe dike hincet."    'HETA NIHA 150 ESKER HATIN KUŞTIN'    Çelkî, anî ziman ku PKK li Tirkiyeyê hat avakirin û piranî endamên PKK'ê ji Tirkiye tev li PKK'ê bûne. Çelkî, bilêv kir ku PKK’î ji ber pirsgirêka Kurd tê înkarkirin û neyê çareserkirin têdikoşin û wiha axivî: "Tirkiye li şûna pirsgirêkan qebûl bike û li ser maseyê çareser bike, şer û kuştin hilbijart. Lê tê zanîn ku heta niha bi şer û tundiyê tu pirsgirêk çareser nebûne. Li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e. Kurdistan di şerê cîhanê yê yekem de kirin çar perçe. Hemû dinya alem dizanin ku Kurdistan çawa perçe kirin û parve kirin. Tirkiye bi van operasyonan tenê zerarê nade Kurdan. Di şer de hem gerilla, hem esker û hem polîs têne kuştin. Tê gotin ku di şerê li Zap, Avaşin, Metina de heta niha 150 esker hatine kuştin. Esker be jî divê xwîna mirovan ne ew qas erzan be. Gelê Kurd jî naxwaze tu kes bên kuştin. Dixwazin pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe."    Çelkî, têkildarî telefona di navbera Bîden û Erdogan de jî axivî û wiha lê zêde kir: "Di serî de DYA û gelek hêzên navdewletî li ser berjewendiyên xwe li herêmê siyasetê pêş dixin. DYA û hêzên din ne ji bo çareseriyê li herêmê ne. Ji bo rantê li herêmê bi cih dibin. Tirkiye ku piştgiriyê ji DYA û hêzên din negire, nikare vê operasyona bi serê xwe pêk bîne. Tirkiye dîsa li ser Kurdan bi DYA re bazar kir. Her kes dizane ku planên DYA li herêmê hene. Niha rewşa Iraqê li holê ye. Ku Tirkiye bixwaze pirsgirêkê li derve çareser bike dê wekî Iraq û Sûriyeyê bibe."    'ROJÊN PIR DIJWAR LI PÊŞ TIRKIYEYÊ NE'    Çelkî, anî ziman ku Rûsya jî wekî DYA li dijî Tirkiyeyê planên wê hene û wiha got: "Tirkiye û Erdogan siyasetek rast nameşîne. Erdogan, dixwaze bi zext, bêhiqûqî û tundiyê gel bêdeng bike. Lê rojên pir djwar li pêş Tirkiyeyê ne. Çawa li Iraqe kaosên mezin çêbûn ez bawer dikim rojên wisa li pêş Tirkiye ne jî. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye û b înkar û bişaftinê pirsgirêk çareser nabe.    Çelkî, bal kişand ser operasyona ku Tirkiye 21 ro jin li herêma Zap, Avaşin û Metina pêş dixe û wiha axivî: "Tirkiye ewil bi hemû teknolojî û hêza xwe ya eskerî li Garê dest bi şer kir. Propagandayek pir mezin kir. Lê li Garê bi awayekî mezin têk çû. Nikaribûn çîroka serkeftinê binivîsin. Piştî bi ser neketin gotin “PKK'ê dîlê di destê xwe de kuşt"û PKK reş kir. Lê gel baş zanîbû ku Tirkiye eskerên xwe kuşt. Ev ji bo Tirkiye şikestinek mezin bû. Tirkiye li Garê bi awayekî pir mezin têk çû.    'BI OPERASYONA ZAP METÎNA Û AVAŞÎN XWESTIN TOLA TÊKÇÛNA GARÊ HILÎNIN'    Nivîskar Cemal Çelkî, bibîr xist ku TSK li Garê têk çû û wiha got: "Tirkiye ji bo tola têkçûna li Garê hilîne li herêma Zap, Avaşin û Metina dest bi operasyonê kirin. Bi vê operasyonê dixwazin tola Garê hilînin.  Tirkiye her tim dibêjie 'Em ê PKK’ê xelas bikin'. Lê em ji nêzîk ve dişopînin û dibînin. Em dibînin ku li Zap, Avaşîn û Metina bi ser neketine. Li wir jî şikestinek heye. Ku Tirkiye li wir bi ser ketibuya niha ecac rakiribûya. Çawa li Garê têk çû li Zap, Metina û Avaşinê jî têk diçe û dişikê. Tirkiye bi dehan û bi sedan operasyonên din jî çêke bi ser nakeve. Tu carî ji dagirkirinê serkeftin pêk nayê. Gerîlla li çiyê xwedî bîrdozî û felsefeyek e. Dîsa bi milyonan gel li pişt wan e. Gel jê bawer dike. NATO jî li pişt Tirkiyeyê be, dê nikaribe li hemberî PKK’ê bi ser bikeve."    'GEL TIRKIYE WEKÎ HÊZA DAGIRKER DIBÎNE'    Çelkî, bal kişand ser gotina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu a "Em ê li herêmê baragehê ava bikin" û wiha lê zêde kir: "Tirkiye ji salên 90’an heta niha bi dehan barageh li herêmê ava kirin. Bi salan e eskerên Tirk û MÎT li herêmê ye. Gelê Başurê Kurdistanê ji eskerên Tirk hez nake. Wan wekî kesên mêtînger dibîne. Niha dixwazin li Kêste baragehê ava bikin. Nêzî gundê Çelka berwarî û Hirûrê ye. Di serdema Saddam de nêzî 5 hezar gund li wir hatin şewitandin û valakirin. Piştî Raperinê gundî vegeriyan gundên xwe. Gundiyan ji nûve jiyanek nû ava kirin. Niha Tirkiye dixwaze wan gundan vala bike. Dixwaze herêmê dagir bike. Gel Tirkiye wekî hêza dagirker dibîne. Gel gund û warê xwe ter nake. Lê Tirkiye li ser wan bombeyan dibarîne. Tirkiye mafên mirovan nas nake. Heta niha bi sedan mirov di êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan."    PKK NEBÛYA NIHA TIRKIYE HEMÛ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR KIRIBÛYA   Çelkî, helwesta Hikûmeta Herêmê ya li dijî van operasyonan jî rexne kir û wiha got: "Di navbera rayedarên hikûmetê û partiyên siyasî de jî nakokî hene. Li ser berjewendiyên partiyên xwe tev digerin. Gel li dijî van operasyonan bi bertek in. Bêdengiya hikûmetê ya li hemberî operasyonê nayê qebûlkirin. Sedema êrîşên Tirkiye ne hebûna PKK'ê ye. Ku PKK li herêmê nebûya, niha Tirkiye hemû Başûrê Kurdistanê dagir kiribûya. Ma PKK li Libya û Suriyeyê jî heye. Efrin dagir kirin. Demografiya wê xera kirin. Tirkiye dixwaze sinorê xwe mezin bike. Bêtir PKK li qada çiyê dijî. Lê Tirkiye diçe baragehên xwe li Amediyê, Bamernê, Şêladize li qadên sivîl lê dijîn ava dike. Ku armanc PKK be çima diçe baragehên xwe li qada sivîl ava dike. Ji ber ku armanc dagirkirina Başurê Kurdistanê ye. Li Şengal û Mexmûrê jî armanca wan dagirkirin e.    MA / Aziz Oruç