Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde... 2021-05-13 09:07:32   ENQERE - Li Tirkiyeyê penaberên sûriyeyî 10 salên tijî êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tecawiz, tahde û îşkenceyê û ji gelek mafan bêpar li dû xwe hiştin.    Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, di Nîsan û Gulana 2011'an de gelek sûriyeyî berê xwe dan Tirkiyeyê. Penaberên Sûriyeyî 10 salên tijî taciz, tecawiz, tahde û îşkence û ji gelek mafan bêpar li dû xwe hiştin. Li Tirkiyeyê li gor daneyên Adara 2021'ê hejmara penaberên sûriyeyî 3 milyon û 665 e.    Me binpêkirinên mafan ên penaberên sûriyeyî ku di vî 10 salî de li Tirkiyeyê bi wan re rû bi rû mane, di bin 10 sernavan de kom kirin.    ÊRÎŞÊN NEFRETÊ    Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 2020'î de 4 penaber ji ber êrîşên nefretê jiyana xwe ji dest dane.    Rêvebirê Komeleya Piştevaniya Penaberên Sûriyeyê Mûhammed Salih Alî, destnîşan kir ku sedema herî girîng a êrîşên nefretê kêmasiya agahiyên derbarê "penabertiyê" de ye. Alî, bilêv kir ku koçberiya çêbûye ne bi awayekî kêfî û ne ji bo turîzmê ye û got: "Feraseteke wekî ku ev mirov ji kêfî koç kiribin, heye. Li gel vê rojeveke sansasyonel heye ku tim dubare dibe; 'Sûriyeyî naxebitin lê meaş digirin, xaniyan dikirin.' Ev tiştên ne rast û tim tên gotin, dibin sedema nefretê."    CIHÊKARΠ   Alî, bal kişand ser cihêkariya ku penaberên sûriyeyî bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Hin kes hene sirf ji ber ku li derve bi dengekî hêla axifîne, bi êrîşê re rû bi rû mane. Dibêjin 'we tu hizûr nehiştiye' û êrîşê dibin ser wan. Divê Tirkiye û gelên Tirkiyeyê di vî warî de hesas bin. Kesên 60 sal berê wekî penaber ji Tirkiyeyê çûn Ewropayê, baş dizanin bê cihêkarî tiştekî çawa ye. Welatekî ku bi cihêkariyê re rû bi rû maye, penaberan qebûl nake."    NEHESIBANDIN    Alî, diyar kir ku bi fikira ku dê demeke kurt bimînin penaber hatine qebûlkirin û fikira 'dê biçin' 10 sal in didome. Alî ku got "Li Tirkiyeyê hê jî qanûna îltîcayê ne di meriyetê de ye" anî ziman ku Tirkiye di çarçoveya îltîcaya şertî de tenê koçberên ji Ewropayê tên qebûl dike.    Alî, destnîşan kir ku Tirkiye gelên Rojhilata Navîn wekî penaberan nahesibîne, wekî mêvanên demborî dihesibîne û got: "Nasnameyên parastina demborî têra parastina penaberan nake. Pêdiviyên sereke yên wekî tenduristî û hêwirînê jî bi awayekî demborî ne. Nasnameya parastina demborî nade gelek penaberan. Gava wisa be, helbet wê fikira 'gelo ez ê heya kengî li vir bim?' li mirovan peyda bibe û ev jî dibe sedema bêîstikrarbûnekê?"    ÎŞKENCE Û MUEMELEYA XIRAB    Li gor rapora ÎHD'ê di sala 2020'î de 18 penaber di bin çavan de hatine îşkencekirin û bi muameleyeke xirab re rû bi rû mane û 6 penaber jî ji ber îşkence û muameleya xirab a esker û polîsan jiyana xwe ji dest dane.    Alî, bibîr xist ku sûriyeyiyên di çaçroveya parastina demborî de jî xwedî mafên azadiya kes û ewlehiyê ne û got: "Gava sûriyeyî bên binçavkirin, usûlên ji bo welatiyan dikin divê ji bo wan jî bikin. Lê mixabin ev pêk nayê. Em gelek caran bûne şahid ku sirf ji ber ku statuya wan tune ye, penaber hatine îşkencekirin û bi muameleyên xirab re rû bi rû mane. Sebeb çi dibe bila bibe, heger sûcdarî û binpêkirinek hebe jî îşkence û muameleya xiran dijî hiqûqa navneteweyî ye."    KARKERÊN ZAROK    Li gorî daneyên sala 2021'ê yên Îdareya Koçberiyê li Tirkiyeyê hejmara sûriyeyên temenê wan di navbera 10-18 salan de 660 hezar e. Ji sê parên van zarokan parek jê di karên cuda de dixebitin.    Alî, diyar kir ku bi koçberiyê re hejmara karkerên zarok jî zêde bûye û piraniya van zarokan bê temînat in û nayên parastin. Alî got: "Nexasim jî divê ji zarokên bêkes re deverine ewle bên peydakirin."    KARKERIYEKE ERZAN Û CINAYETÊN KARΠ   Li gor daneyên 2020'î yên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG), 110 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran 48 jê sûriyeyî ne.    Endama Desteya Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Muge Yamanyilmaz, diyar kir ku statuya demborî nahêle karker di çarçoveyeke bitemînat de bixebitin. Yamanyilmaz, bilêv kir ku koçber û penaber bi kedxwariya patronan re rû bi rû dimînin û got: "Sedema ku penaber û koçber mehkûmî şert û mercên giran tên kirin, bi taciz û tecaziwê re rû bi rû dimînin, nebûna ewlehiya karkeran û tenduristiya karkeran ji ber vê ye."    MAFÊ PERWERDEHIYÊ    Çendî ku di Îlona 2014'an de ji bo zarokên sûriyeyî biçin dibistanên dewletê qanûnek hatibe çêkirin jî, lê li be rmafê perwerdehiyê gelek astengî hene. Li gor daneyên wezaretê milyon û 82 hezar û 172 sûriyeyî di çaxê perwerdehiyê de ne. Lê belê ji van kesan tenê 684 hezar û 919 kes diçin dibistanê.    Yamanyilmaz, destnîşan kir ku kedxwariya keda zarokan pirsgirêkeke pir mezin e û ev pirsgirêk bi binpêkirina mafê perrwedehiyê re mezintir bûye.    ZIMANÊ NEFRETÊ DI ÇAPEMENIYÊ DE    Li gor rapora projeya Şopandina Bilêvkirina Nefretî Di Çapemeniyê De ya Weqfa Hrant Dînk, ên herî zêde bi zimanê nefretî derbarê wan de nûçe hatine nivîsandin penaberên sûriyeyî ne.    Yamanyilmaz, destnîşan kir ku çapemenî derbarê penaberan de tim zimanekî nefretî bi kar tîne û ev yek carinan dibe sedema sûcên nefretê. Yamanyilmaz, Herî dawî me dît ku ji ber nûçeyeke bi zimanê nefretê ya Rojnameya Sozcuyê, hin kesan li Enqereyê êrîş birin ser somayiyan. Her wiha par, me dît ku êrîşên nîjadperest ên li hemberî sûriyeyiyan zêde bûn. Di sala 2020'î de bi êrîşên hêzên ewlehiyê û êrîşên nîjadperest 13 penaber hatin kuştin. Çapemenî wekî 'mêvan' behsa penaberan dike. Ev bi xwe re fikira newekehviyê dide der."    TACIZ, TECAWIZ Û TAHDE    Yamanyilmaz, bal kişand ser binpêkirina keda jinên penaber jî û got: "Xizmeta nav malê, karên statuya wan kêm, sektora femînîzekirî ya piyaseta karî, awayê wî yê herî kedxwar. Karê leylî yê li malê jî, bêtemaînat e û saetên wê yên xebatê nediyar in û pir dirêj in. Destûra xebatê, ji ber sedemên burokratîk û ji ber maliyetê, e bi dilê kardêr e. Li malên lê dixebitin pasaportên wan tên desteserkirin. Ev jî li hemberî kedxwarî, taciz û tecawizê wan ji parastinê mehrûm dike."    ŞANTAJA SIYASΠ   Yamanyilmaz, diyar kir ku bi taybetî di têkiliyên di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de penaber wekî kozeke siyasî tên bikaranîn û got: "Divê nebin cihê bazariyê. Îltîca mafê mirovan e û divê bê şert û merc bê qebûlkirin."    MA / Berna Kîşîn