Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye 2021-05-13 09:02:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevsroka KNK'ê Zeyneb Murad êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê nirxandin û got: "Ev şer şerê her çar perçeyên Kurdistanê ye. Dem ne dema bêdengiyêye."   Piştî axaftina bi telefonê ya di navbera Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden de Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKK’yê ya li herêmê di 23'yê Nîsanê de li herêma Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe êrişeke berfireh da destpêkirin. Operasyona ku di 23'ê Nîsanê de hatiye destpêkirin bi tevlîbûna bi hezaran leşker û cerdevanan hem ji bejahiyê hem jî ji hewayê ve bênavber berdewam dike.    Lê balkêşe ku ne Hewlêrê ne jî Bexdayê li dijî vê operasyona Tirkiyeyê ya li nav sînorên Başûrê Kurdistanê de heya niha tu daxuyanî nedane. Herî dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî operasyonê daxuyaniyek dabû û gotibû, êrişa li dijî xaka wan pirsgirêka di navbera PKK'ê û Tirkiyeyê de ye. Bi vê daxuyaniyê piştgiriya xwe ya bi Tirkiyeyê re careke din aşkere kiribû. Li herêmê çendî ku gel beretk û nerazîbûnên xwe yên li dijî vê operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) tînin ziman jî, lê heta niha ji hêla rayedarên herêmê ve ji bo pêşîlêgirtina vê operasyonê tu daxuyaniyên girîng nehatine dayîn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, heya niha bi dehan wargehên sivîl hatine bombebarankirin.    Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad operasyona navbirî nirxand.    'ARMANC JIHOLÊRAKIRINA STATUYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE'    Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad, diyar kir ku armanca operasyona TSK'ê ya li herêmê dagirkirina xaka Başûr û tunekirina deskeftiyên gelê kurd e. Murad, bilêv kir ku di nav van lîstikên Tirkiyeyê de tiliya ABD û Îran jî heye û got: "Armanca operasyona dewleta tirk a li herêmê dagirkerî ye. Ev operasyon nûkirina pergala Osmaniyê û berfirehkirina sînorance. Ev xet xeteke çiyayî ye û tevahiya parastina Başûrê Kurdistanê diparêze. Ji ber wê jî ji Tirkiyeyê re girîngce. Tirkiye, dê qîma xwe bi vê operasyonê neyne. Her kes dizane ku armanca bidestxistina wîlayeta Musilê ye. Di heman demê de nûkirina Mîsak-ı Mîllî û berfirehkirina sînoran e. Helbet Tirkiye bi van herêman sînordar namîne û wê dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Haya her siyasetmenderek Iraqê ji vê rewşê heye. Lê belê çima bêdengî heye? Ev bêdengî wekî erêkirina operasyonan tê şîrovekirin. Niha di Iraqê de siyasetmender û rayedar bûne du alî. Aliyek ji van li hemberî van êrîşan e û aliyek din jî li hemberî van operasyonan bêdeng e. Sedemên vê bêdengiyê cuda ne. Yek ji van sedeman jî Iraq wekî dewlet û pergal lawaziyekî dijî û di nav qeyranên kur de ye. Ji aliyê civakî, siyasî, aborî û di  hemû aliyan de ev qeyran wekî ku siyaset ketibe navbera du cepheyan dixuyê. Niha du cephe li hemberî hev sekinîne. Yek ji van ABD'e ye û yek ji van jî Îran e. Ji ber ku ketiye, di van geşedanan de guhê xwe û bala xwe nade Tirkiyeyê. Ji wan re ne girîng e jî ku bala xwe bidin Tirkiyeyê. Çima? Çimkî di heman demê de em dibînin ku di nav siyaseta Iraqê de hindek kes hene alîgirên Tirkiyeyê ne û dixwazin ku  statuya Başûrê Kurdistanê ji holê rakin."    GEFÊN TIRKIYEYÊ YÊN JI BO QUTKIRINA AVÊ    Murad, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên Tirkiyeyê yên li herêmê û anî ziman ku Tirkiye bi hin kirinan dixwaze bandorê li Iraqê bike û got: "Em dibînin ku ji bo siyaseta Tirkiyeyê alîkarî heye.Tirkiye dixwaze ku ji van aloziyan sûd bigire û armancên xwe pêk bîne. Tirkiye di aliyekî de zextan dike û di aliyekî de jî ji bo berjewendiya xwe tevdigere. Niha ji bo hilbijartinê amadekarî tê kirin. Hin hîzbûllahên siyasî yên ku girêdahî Tirkiyeyê hene. Dixwazin ku Tirkiye qezenc bike û Tirkiye jî van hêzan  bikar tîne. Li Iraqê qeyrana herî mezin, şerê herî mezin qeyrana avê ye. Tirkiye gefê li Iraqê dixwe ji bo qutkirina avê. Di demeke nêzîk de me dît ku Çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye qutkirin. Ev av niha nemaye. Niha pişta Iraqê tenê li Çemê Dîclê ye. Dîcle jî di bin desthilatdariya Tirkiyeyê de ye. Ev hemû geşedan jî dibin sedem ku Iraq li hemberî Tirkiyeyê  helwest negire û mudexeleyî Tirkiyeyê neke."   'TIRKIYE WÊ QÎMA XWE TENÊ BI VÊ HERÊMÊ NEYNE'   Murad, anî ziman ku Tirkiye wê bi vê operasyonê tenê jî sînordar nemîne. Murad, da zanîn ku heger Tirkiye di vê operasyonê de bi ser bikeve wê qîma xwe tenê bi herêma Başûr neyne û got: "Armanca van êrîşan ne weke ku Tirkiye dibêje li hemberî PKK'ê ye. Armanca van êrîşan tunekirina deskeftî û guhertina demografiya gelê kurd e. Ev rastiyeke ku Tirkiye dijminahiya tevahiya gelê kurd dike. Em bi çavê xwe dibînin ku Tirkiye li Efrînê çi dike. Heman hişmendî îro xaka başûr dagir dike. Erdogan û rayedarên AKP'ê bi awayekî aşkere dibêjin ku, cihê ku leşkerê me dikevê em ji wir dernakevin. Ev peyameke aşkere ye. Tirkiye hemû rê û rêbazan bi kar tîne ku li hemberî kurdan şereke qirkirinê pêk bîne. Ji bo vê jî pêwîstiya Tirkiyeyê bi mintiqeyeke din heye. Me dît di demeke nêz de şikestineke berfireh li minteqaya Garê çêbû. Li minteqeya Garê negihîşte armanca xwe. Tirkiye, di hundir de bi pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî re rû bi rû ye. Bi her dewletekê re pirsgirêkên Tirkiyê hene. Çawa ku Lîbya dagir kir, îro bi heman rêbazî êrîşî Başûr dike. Niha biryar derketiye ku Tirkiye hemû çeteyên xwe û hêzên xwe ji wir derbixe. Ew ê wan li ku bi cih bike? Dixwaze ku çeteyên xwe li cihekî bi cih bike. Ji ber wê jî em dibêjin armanca Tirkiyeyê guhertina demografiyê û bi cihkirina çeteyên xwe ye. Ev tişt ji me re ne xerîb e. Me bi çavê xwe dît ku li Efrînê çi kir. Hemû çeteyên dinyayê kom kirin û li wir bi cih kirin. Bi heman stratejiyê êrîşî Başûr dike. Jixwe Tirkiye beşa axa Kurdistanê wekî beşeke ji welatê xwe dihesibîne. Ji ber wê em dibêjin hedefa Tirkiyeyê berfirehtir e û wê bi vê herêmê re sînordar nemîne. Lê li hemberî van planan berxwedaniyeke pir mezin û berfireh heye. Loma em KNK dibêjin ku xwedî derketina li vê berxwedanê erkeke neteweyî ye. Çimkî îro şerê li hemberî dewleta Tirkiyeyê ne şereke ji rêzê ye û şerê her çar perçeyên Kurdistanê ye. Cara yekem e ku Tirkiye bi stratejiyeke ew qas berfireh operasyonan li dar dixe û êrîş dike."   BAZARA DI NAVBERA ABD Û TIRKIYEYÊ DE   Hevseroka KNK'ê Murad, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe ev operasyon erê kirine û wiha domand: "Tirkiyeyê ji beriya niha ve ji bo vê operasyonê amadekariyên xwe kiribûn. Ev operasyon ne rasthatinek bû. Lê bêgûman piştî telefona bi Bîden re pêkanîna operasyoneke wiha balkêş bû. Tirkiyeyê piştî vê telefonê xwest ku ji tevahiya cîhanê re bibêje ku min erêkirina vê operasyonê ji Bîden girtiye. Lê ABD û bi taybet jî Bîden xwestin bersivekê bidin Tirkiyeyê. Di rojeke beriya operasyonê de qebûlkirina qirkirina Ermeniyan balkêş bû. Niha li hemberî van operasyonan bêdengiya ABD'ê tê wateya erêkirinê. ABD piştî 106 salan qirkirina Ermeniyan qebûl dike û di heman demê de destûr dide ku Tirkiye heman qirkirinê li hemberî gelê kurd pêk bîne. Ev dûritî ye û bazareke qirêj e di navbera Tirkiye û ABD'ê de ye. "   'PEYMANA ŞENGALÊ Û OPERASYON GIRÊDAYÎ HEV IN' '   Murad, di berdewama axaftina xwe de, destnîşan kir ku piştî îmzekirina 'Peymana Şengalê' operasyoneke wiha ne rasthatinek e û wiha pê de çû: "Planên vê operasyonê berê hatine girtin. Îmzekirina peymana Şengalê jî amadekariyeke vê operasyonê bû. Ev hemû girêdayî hev in. Ev peyman ji hêla Tirkiye, Hewler û Bexdayê ve hat îmzekirin. Niha jî bi rê û rêbazên cuda erîş dikin. Di hêla erdnîgariyê de herêma Şengalê taybetmendiyeke xwe heye. Loma her aliyek dixwaze ku desthilatdariya xwe li ser wê herêmê pêk bîne. Jixwe Tirkiyeyê desthilatdarî derbas kir û êdî dixwaze ku dagir bike. Planên wê yên cuda hene. Di sala 2014'an de piştgirî da DAÎŞ'ê ku fermanê li ser civaka Êzidî pêk bînin. Lê ev daxwaza wan pêk nehat. Niha ew bi xwe bi fîîlî ketiye dewreyê. Lê civaka Êzidî bi berxwedana xwe pêşiya gelek tiştan girt û wê nehêle ku xaka wan bê dagirkirin."    'EV ŞER ŞERÊ PARASTINA DESKEFTIYÊN GELÊ KURD E'    Murad, diyar kir ku erka her kurdekî ye ku xwedî li welatê xwe û axa xwe derbikeve û li dijî plana têkbirina gelê kurd pêwîstî bi deng heye û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Tirkiyeyê hemleyeke qirkirina gelê kurd daye destpêkirin. Deskeftiyên gelê kurd li ku be dixwaze ku tune bike. Lê li Başûr kesên ku armanca vî şerî nizanin hene. Ragihandina herêmê, rastiyan ranagihîne raya giştî. Li ser vê Tirkiye şereke derûnî dide meşandin. Pêwîstiya me ya  îro ew e ku em vî şerê psîkolojik ê dewleta Tirkiyeyê bişkînin. Her wiha em dawî li vê bêdengiyê bînin. Neteweyên Yekbûyî bertek nîşanî vê operasyonê nedan. Ji bo ku em vê bêdengiyê bi dawî bikin, pêwîst e hemû sazî û dezgehên siyasî bi hemû hêza xwe bertekên xwe nîşan bidin. Di rastiyê de Tirkiye ne ew qas xurt e. Tirkiye bi şerê psîkolojîk û xapandina xelkê li ser pêyan maye. Pişta Tirkiyeyê li Garê şikest. Ji ber wê em dibêjin divê her kurdek xwedî li vê berxwedana neteweyî derbikeve. Şerê gerîlayan ê bi Tirkiyeyê re ne tenê şereke siyasî ye. Ev şer şerê parastina berjewendî û deskeftiyên gelê kurd e. Dem ne dema bêdengiyê ye. Îro roj roja berxwedanê û serhildanê ye. Em di wê baweriyê de ne ku şikestina faşîzmê û dawîlêanîna vê hişmendiyê bi berxwedana gelê me wê pêkane be."    MA / Zeynep Dûrgût