232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan 2021-05-12 21:07:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 232 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 hezar û 29 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 232 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 hezar û 29 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 43 hezar û 821 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 72 hezar û 462.