Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin 2021-05-12 16:11:33   TRABZON - Qatilê Pinar Kaynak Mûstafa G., piştî 4 salan hat binçavkirin.    Li qadeke daristanê ya Trabzonê, jina 24 salî Pinar Kaynak di 15’ê Tebaxa 2017’an de, rastî tecawîzê hatibû û dûre bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. 2 bersûcên bi sûcdariya cînayetê hatibûn binçavkirin, ji ber lihevnekirina delîlan hatibûn berdan. Piştî berdana bersûcan, ji nûve dest bi lêpirsînê hatibû kirin.   Di encama lêpirsîn û testên DNA’yê de, derketibû holê ku Mûstafa G. ê 34 salî tecawîzî Kaynak kiriye û dûre qetil kiriye.    Piştî 4 salan Mûstafa G. û kesê bi navê N.P. ê alîkariya wî kiriye, hatin binçavkirin. Mûstafa G., di îfadeya xwe de, sûcdariyên li ser xwe red kirin. Lêpirsîna Mustafa G. a li Miduriyeta Polîsan dewam dike.