Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye 2021-05-12 15:20:54 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di civîna Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê (PE) de axivî û got: "HDP di mijara hevkariya herêmî de, bi berpirsiyartiyek mezin tevdigere û pêwîstî bi helwestek hevpar heye."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat  Sancar û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve Hişyar Pzsoy, bi onlînê beşdarî civîna Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê (PE) bûn. Mîthat Sancar, derbarê pêşketinên dawî yên li Tirkiyeyê rû didin û Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya li bendêye ku pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê bêkirin û di Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Ewropayê hatiyê qebûlkirin de, pêşkêşî kir. Sancar, diyar kir ku divê di bingaha têkiliyên di navbera PE û Tirkiyeyê de, pîvanên bingehîn ên mafê mirovan, demokrasî û hiqûq hebin.    Sancar, diyar kir doza girtina HDP'ê û danişîna pêşî ya Doza Kobanê bi kontrola desthilata Tirk rê ve diçe, diyar kir bicihneanîna biryarên DMME'yê jî nîşan dide ku li Tirkiyê daraz ne serbixwe ye û ev bandora xwe li ser nearasmiya aborî û siyasî jî dike.   Sancar her wiha rexne kir û got Yekîtiya Ewropayê di polîtîkayên têkilî koçberan de azmûneke ne baş daye, qelsiya li ser vê mijarê li Ewropayê rastgiriya radîkal xurt kiriye, ev jî hem ji bo gelên Ewropayê û Tirkiyê û hem jî ji bo koçberan rîsk û talokeyan tîne.Sancar bi domdarî diyar kir di mijara demokrasiyê de welat divê têkoşîna siyasî û civakî tenê bi welatên xwe re sînordar nehêlin, li deverên weke Tirkiyê li dijî otorîterbûnê divê welatên Ewropayê xwedî helwesteke hevpar bin. Sancar destnîşan kir nirxên azadiyê ku HDP parastina wan dike ji bo Ewropa û Rojhilata Navîn jî girîng in û got li qadên hevkariya herêmî HDP wê bi bîreweriya berpirsyariyê tevbigere.   Serokê Koma S&D Iratxe Garcîa Perez jî got parlamenterÊn Ewropayê li cem HDP'ê ne û piştevaniya xwe wê bidomîn.