Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike 2021-05-12 11:57:45   WAN - Dadgeha Bilind ser dosyeya Cemîl Kirbayir girt. Kekê Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir bertek nîşan da û got: “Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike.”    Yek ji remzeyên kesên di serdema darbeya 12’ê Îlonê di binçavan de hatine windakirin Cemîl Kirbayir e. Dayika wî Berfo Kirbayir jî bi têkoşîna xwe ya edaletê ya ji bo lawê xwe bûbû remzeya Dayikên Şemiyê. Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan bi dayika Berfo re di sala 2011’an de hevdîtin kiribû û soza ku wê hestiyê lawê bibîne dabû. Tevî vê sozdayînê jî hestiyên Kirbayir nehatin dîtin.    Di wê pêvajoyê de dadgehê dosyeya derbarê windakirina Kirbayir de ji nûve vekir û li serê xebitî. Çend roj berê Dadgeha Bilind bi hêceta dembihûrînê ser dosyeyê girt.    Kekê Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir û ji parêzeên dozê Yaşar Kaya derbarê girtina dosyeyê de ji ajansa me re axivîn.    'KÛJER TÊN PARASTIN’    Mîkaîl Kirbayir destnîşan kir ku dembihûrîn di sûcên li dijî mirovan de hatine kirin divê neyê şixûlandin û nedîtina însanên hatine windakirin sûcê mirovahiyê ye. Kirbayir anî ziman ku baweriya wan bi edaletê şikestiye û got: “Îqtidar di gotinên xwe yên ji bo me anî ziman de ne samîmî ye. Me çikir û nekir, dîsa jî hestî nehatin dîtin. Va dîsa ser dosyeyê girtin. Tê wê wateyê ku zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike. Heke ev zîhniyet berdewam nekira, wê ser dosyeyê nehata girtin. Van kesan carek din qatilan parastin. Biryara dembihûrînê dewama hovîtiya kul i birayê min hatiye kirine ye.”   ‘NABE KU SER SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ WERE GIRTIN’    Ji parêzerên malbatê Yaşar Kaya jî sozên ku Tayyîp Erdogan ji bo dayika Berfo dabû bi bîr xist û destnîşan kir ku ew ji bo hêceta biryara Dadgeha Bilind ji bo dosyeyê daye çûye Serdozgeriya Komarê ya Qersê û wî muhatab nedîtiye. Kaya anî ziman ku dosye ji ber pêvajoya siyasî ya Tirkiyê hatiye girtin û got: “Dewletê biryar daye ku ev dosye neyê vekirin. Piştî ku rêyên hiqûqa yên navxweyî nemînin, em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidin. Mixabin dewlet dixwaze ser van dosyeyan biniximîne. Dosyeya Cemîl jî yek ji van dosyeyan e. Lê em dibêjin di sûcên li dijî mirovahiyê de hatine kirin, nabe ku bi dembihûrînê re rûbirû bimîne. Em ê dozê bişopînin.”    MA / Dîndar Karataş