Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe 2021-05-12 09:00:21 AMED - Karker Cîhan Keskînkiliç ku di dema qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla de ji kar hatibû derxistin, di warê hiqûqî de bi ser ketiye, lê dîsa jî nikare biçe ser karê xwe.  Piştî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû kirin, ajovanên otobêsên şaredariyê di 3'yê Cotmeha 2016'an de bi kontakgirtinê tayinkirina qeyûm şermezar kiribûn. Ji ber vê di 1'ê Nîsana 2018'an de peymana kar a 39 ajovanan hatibû betalkirin. Yek ji van ajovanan jî Cîhan Keskînkiliç bû. Keskînkiliç ji bo veger ser karê xwe serî li Walîtiya Amedê dabû. Piştî ku ji walîtiyê tiştek bi dest neketibû vê carê serî li Dadgeha Kar a Amedê dabû. Dadgeha Îdareyê ya 1'ê ya Amedê serlêdana wî red kiribû. Keskînkiliç vê carê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîkokê dabû. Dadgeha îstinafê di 8'ê Gulana 2019'an de biryara Dadgeha Îdareyê ya 1'ê ya Amedê xera kiribû. Piştî vê biryarê Keskînkiliç ji bo veger ser karê xwe serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dabû. Şaredariyê di 2'yê Sibata 2021'ê de Keskînkiliç xistibû mulaqatê, lê 3 meh derbas bûne hîn jî encamên mulaqatê nehatine aşkerekirin.    DI KONTEYNERÊ DE DIMÎNE    Keskînkiliç ku li Uçkûyûlara navçeya Yenîşehîrê di konteynerekê de duçerxeyan tamîr dike û tostan çêdike, anî ziman ku piştî dadgeha îstinafê biryara vegera ser kar daye serî li şaredariyê daye û şaredariyê jî ew xistiye mulaqatê û di mulaqatê de pirsên derî kar ji wî pirsî ne.    Bavê 4 zarokan Keskînkiliç, anî ziman ku piştî ji kar hatiye derxistin hevalekî wî makîneyeke tostan daye wî û bi 7 lîreyê di berîka xwe de nan kiriye û dest bi firotina tostan kiriye.    Keskînkiliç, bilêv kir ku li cihê ku tostan lê çêdike gelek caran bi astengiyên zabiteyan re rû bi rû maye û got: "23 mehan li ser keviran razam. Zarokên min nêzî min bûn, lê min nikaribû biçe wan bibîne. Ji lew re cihê karê min li rasta han e, dibe ku bê dizîn. Gava li ser keviran razayîbûme, hevalekî min wêneyekî min girtiye û piştî vê wêneyî xêrxwazekî li Stenbolê ji min re konteynerek şand. Niha dîsa ji ber dizan nikarim biçim mala xwe."    ‘MIN SERÎ NETEWAND'    Keskînkiliç, diyar kir ku di vî 4 salên dawî de derbarê wî de 13 dosyeyên îcrayê hatine vekirin û got: "Beleheq belesebeb em ji kar derxistin. Em nizanin em ji ber çi ji kar hatine derxistin. Niha tostan çêdikim û duçerxeyan tamîr dikim. Min serî li ber kesî netewand û niha ji xwe re dixebitim."