Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin 2021-05-12 09:00:17 MANÎSA - Malbatan diyar kir ku di ser Komkujiya Somayê re 7 sal derbas bûn, lê hê jî edalet pêk nehatiye û dê têkoşîna wan a di vî warî de bidome. Malbatan got: "Edalet îro pêk neyê, dê sibê pêk bê. Em ê nehêlin ku me hêvîşikestî bikin."  Di 13'ê Gulana 2014'an de li navçeya Soma ya Manîsayê komkujiyek çêbûbû û 301 madenvan jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser vê komkujiyê re 7 sal derbas bûn, lê hê jî edalet pêk nehatiye. Kesên xizmên wan di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, 7 sal in ji bo edaletê têdikoşin.    Malbatên ku di bin banê Komeleya Alîkariyê ya Civakî ya 301 Madenvanan a Somayê de xwe birêxistin kirine, her sal di salvegera komkujiyê de mîtînga "Edalet ji bo Somayê" li dar dixin. Îsal dê ji ber şewba Covîd-19'ê mîtîngê li dar nexin, lê belê dê biçin ser gorên xizmên xwe û wan bibîr bînin.    EDALET LI DÎWÊR HILAWISTÎ MA    Serokê Komeleya Alîkariya Civakî ya 301 Madenvanan a Somayê Îsmaîl Çolak ku kurê wî Çolak jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku polîtîkaya bêcezatiyê êşa malbatan girantir dike. Çolak, bilêv kir ku ji destpêkê ve darizandineke adil çênebûye û got: "Em bawer nakin ku edaletê pêk bînin."    Çolak, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di dozên komkujiyên girseyî de pêvajoyeke bêedalet rû dide û got: "Tenê ne ji bo Somayê. Ermenek, 10'ê Cotmehê, qezaya trênê ya Çorlûyê... Di kîjanê de edalet pêk hatiye? Ev der welateke ku guh li biryarên AYM'ê nake. Dadgehên herêmî, îqtidara siyasî li gor dilê xwe didarizînin. 6 roj cezayê kujerên zarokên me jî ji bo wan cezayekî giran bû! Edalet, li dîwarê dadgehê hilawistî ma."    Çolak, destnîşan kir ku çendî polîtîkayên bêcezatiyê hebin û pehîn bên avêtin jî, dê malbatên windayan dev ji doza xwe ya ji bo edaletê bernedin û got: "Edalet îro pêk neyê, dê sibê pêk bê. Em ê nehêlin ku me hêvîşiketî bikin."   AGIRÊ MADENÊ AVÊT BEDENA ME JΠ   Naciye Kaya ku hevjînê wê Mûstafa Kaya jî li Somayê jiyana xwe ji dest daye, di sala 2007'an de birayê wê jî li kana madenê a Sokeyê jiyana xwe ji dest daye. Kaya, anî ziman ku li Sokeyê edalet pêk nehatiye û patron serbest hatiye berdan û wer xuya ye dê di doza Komkujiya Somayê de jî edalet pêk neyê.    Kaya, bilêv kir ku beriya komkujiyê li madenê hevjînê wê ji ber gazan tim jehrî bûye û jê re gotiye "me nikaribû rahêje komirê, dişewitî" û got: "Gava ji şef re dibêjin, şef derî rê wan dide. Ji xeynî hevjînê min madenvanên din jî ji wan re dibêjin. Agirê madenê avêt bedena me jî. Du zarokên min êtim man."   Kaya, anî ziman ku ji malbata wê du kes di kanên madenan de jiyana xwe ji dest dane, lê belê hê jî birayên wê di madenan de dixebitin û got: "Ji lew re karek nehiştine. Çandinî, sewalvanî nehiştin. Meaşê fabrîkeyan pir hindik e. Ji bo zengîn bêtir zengîn bibin, tu rêyek ji me re nehiştine. Heger birayên min danekevin madenê dê birçî bimînin. Em mehkûmî madenan hatine kirin."    JI BO XIZANAN EDALET TUNE YE    Kaya ku got "Li vî welatî ji bo xizanan edalet tune ye" got: "Gava yek ji min re behsa edaletê dike, dikenim. Ji lew re edalet ji bo me tune ye. Ên diviyabû edaletê pêk bînin, li ber mirina 301 mirovî xwe li nedîtinê danîn û sûcdaran ceza nakin. Nehiştin her yek ji wan 6 roj ceza jî li wan bê birîn."    Kaya, bilêv kir ku ji bo ku hew kes biêşe hemû danişînan dişopîne û dê ji niha û pê de jî bişopîne. Kaya, destnîşan kir ku heger cezayên giran neyên birîn dê komkujiyên bi vî rengî tim çêbibin.    ZÛ YAN DERENG DÊ BÊN CEZAKIRIN    Gulten Kavas ku hevjînê wê Alî Kavas di madenê de jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku 7 sal derbas bûne lê belê hîn jî êşa wan wekî roja berê ye. Kavas got: "Em tenê doza edaletê dikin. Cezane wekî xelatan dan wan. Can Gurkan neanîn dadgehê jî. Her roj êşa me girnatir dikin. Lê dê ji wan re nemîne. Bawer dikim ku zû yan dereng dê bên cezakirin."    Sîbel Ûçkûn ku hevjînê wê Hakan Ûçkûn di madenê de jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku tevî pitika xwe ya 7 mehî 5 rojan li cenazeyê hevjînê xwe geriyaye û got: "Gava komkujî çêbû kurê min 7 mehî bû. Niha 7 salî ye. Ji xeynî madenvaniyê tu rê li ber me nehiştin. Em feqîr in, em nikarin zarokên xwe bidin xwendin û wan ji belaya madenê xelas bikin. Hevjînê min nexwendibû, ji bêgavî karê madenê kir. Min navê hevjînê xwe li kurê xwe kiriye. Gava Hakan Omer mezin bibe, qethiyen ez ê nehêlim biçe madenê. Kes nehat cezakirin, kan jî negirtin. Edalet tenê ji bo wan heye, ji bo me na."    MA / Sevda Aydin