ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN 2021-05-12 09:00:02 * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Ocalan herî zêde bandorê li kurdan û jinan dike, lê fatûreya wê li tevahiya civakê tê barkirin û got: "Jin aştî, azadî û perspektîfa jiyana bi hev re diparêzin û bi vî awayî li dijî tecrîdê têdikoşin."    * Malbatan diyar kir ku di ser Komkujiya Somayê re 7 sal derbas bûn, lê hê jî edalet pêk nehatiye û dê têkoşîna wan a di vî warî de bidome. Malbatan got: "Edalet îro pêk neyê, dê sibê pêk bê. Em ê nehêlin ku me hêvîşikestî bikin."    * Firat Şîşmanê HPG'î ku li bejahiya Şirnexê hatibû zevtkirin, 33 roj in xeber jê nayê girtin. Parêzera wî Newroz Ûysal got: "Beyanên bi nanok, îşaret bi muameleyeke nebaş û şertên giran dikin."    * Esnafên Qada Haşimiyeyê ya Rihayê ji bo cejnê gelek şekir stendibûn, lê belê piştî biryara "qedexeya ji binî" de şekirên wan di depoyan de man. Esnafan anîn ziman ku heger piştî cejnê alîkariya wan neyê kirin, dê dikanên xwe venekin.    * Li Bazara Semtê ya Jiyanê, zext û zoriyên bazarvanên mêr ên li bazarvanên jin didomin û zabiteyên girêdayî şaredariya navçeyê jî di bin navê "bexşê" de pere berhev kirine. Jinan, anî ziman ku ew naxwazin esnafên mêr bên bazarê û li aqûbeta pereyên hatine berhevkirin pirsîn.    *  Karker Cîhan Keskînkiliç ku di dema qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla de ji kar hatibû derxistin, di warê hiqûqî de bi ser ketiye, lê dîsa jî nikare biçe ser karê xwe.    * Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ku 75 parêzer di nav de ne, dê di nêz de dest bi xebatên xwe bike.   * Derûnnas Cemre Oztoprak, diyar kir ku tundiya dîjîtal a dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê, di pêvajoya pandemiyê de bi lez zêde bû û got: “Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re dewam dike.”   * Endamê Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Recep Koç diyar kir ku li welatekî heke 16 milyon karker bixebitin, wê “qedexeya ji binî ve” qet pêk neyê û îqtidar dixwaze pêşî ne li şewbê pêşî li muxalîfan bigire.    * Çalakiya bi daxwaza "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 65'emîn de berdewam bike.