Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-05-11 20:25:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 278 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 497 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 278 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 497 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 43 hezar û 589 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 59 hezar û 433.