Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê 2021-05-11 17:13:43   AMED - Abdulsitar Ozer ê HPG’î ku li Licê di şer de birîndar bûbû, ji nexweşxaneya lê dihat dermankirin hat derxistin û birin Girtîgeha Amedê ya Tîpa D.   Abdulsitar Ozer ê HPG’î ku Wezîrê Karên Hûndir gotibû di şerê 14’ê nîsanê li Licê pêk hat de hatiye “kuştin” lê pişt re derketibû holê ku birîndar e û li Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin, birin girtîgehê.    MAFÊ XWE YÊ BÊDENGIYÊ BIKAR ANÎ   Ozer ê ji lingê xwe birîndar bûbû, ji ber lingê wî enfeksiyon girt, berî ku tedawiya wî ya nexweşxaneyê biqede di 28’ê nîsanê de bi kursiya biteker sewqî Edliyeya Amedê hatibû kirin. Ozer li vir bi riya SEGBÎS’ê îfade dabû Dozgeriya Komarê ya Licê û mafê xwe yê bêdengiyê bikar anîbû. Ozer ê pişt re derxistibûn dadgehê li vir jî mafê xwe yê bêdengiyê bikar anîbû.    BIRIN GIRTÎGEHÊ   Dadgehê, derbarê Ozer de bi îdiaya “Xerakirina yekitiya welat û tevahiya dewletê” biryara girtinê dabû. Ozer ê biribûn Girtîgeha Amedê ya Tîpa D di heman rojê de careke din ji bo tedawîkirinê rakiribûn nexweşxaneyê. Ozer ê rewşa wî ya tenduristiyê ber bi başbûnê ve diçe, di 6’ê gulanê de careke din birin girtîgehê. Hat zanîn ku heta niha destûr nedane malbatê ku bi Ozer re hevdîtinê pêk bîne.