Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye 2021-05-11 16:56:49   EDENE - Hat ragihandin ku Selamî Keleş ê nexweşiya epîlepsiyê pê re heye sewqî Girtîgeha Bafrayê hatiye kirin. Keleç ji ber ber lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Selamî Keleş ê nexweşiya epîlepsiyê ku pê re heye ji Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T sewqî Girtîgeha Bafraya Samsûnê ya Tîpa T hatiye kirin. Keleş di axaftina telefonê ya heftane de tiştên hatine serê wî bi malbata xwe re parve kir. Keleş ragihand ku di 7’ê gulanê de di ketina Girtîgeha Bafrayê de gardiyanan lêgerîna tazî lê hatiye ferz kirine û diyar kir ku ji ber qebûl nekiriye, 7 gardiyanan ew girtine odeyekê, tazî kirine, lê dane û heqaret lê kirin e.    ‘LÊPIRSÎNÊ DÎSÎPLÎNÊ VEKIRIN’   Keleş anî ziman ku ji ber tiştên hatine serê wî bi dirûşmeyan şermezar kiriye û ji ber vê yekê derbarê wî de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin. Keleş da zanîn ku di odeya ku girtine karantînayê ya 2 metreyî de ne betanî ne rûnivîn ne jî balif hene û wiha got: “Roja ku li min dan, ji ber êşan nikaribûm rakevim. Ez birim nexweşxaneyê lê 45 deqîqeyan li benda mûayenebûnê sekinîm. Bijîşkî di nava deqîqeyekê de got ‘tiştekî wî tune ye’ û ez careke din birim girtîgehê. Ez niha di karantînayê de me.”   KARAKAŞ: NIVÎS NEDAN   Li aliyê din rojnamevan Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F dimîne di hevdîtina telefonê ya heftanê de diyar kir ku hin quncenivîs û nûçeyên ku ji wî re hatine şandin nedane wî û wiha got: “Xwendina nûçeyên rojnameya ku mirov xebatkarê wê ye jî êdî tê astengkirin. Ev mûameleyeke kêfî ye.”