ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin 2021-05-11 14:37:09   ENQERE - ÎHD’ê û TÎHV’ê banga bi dawîkirina êrîş û dorpêçên li ser herema Şerîda Gazzeyê kirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin. ÎHD’ê û TÎHV’ê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku li dijî zilma li gelê Filistînê tê kirin, helwesteke bibandor bigire û aştî û edaletê saz bike.    ‘DIVÊ JI BO ÇARESERIYÊ GAV BÊ AVÊTIN’   ÎHD’ê û TÎHV’ê, di berdewama daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Tecrubeyên bi êş ku heta niha hatine jiyîn, bi awayekî aşkera nîşan dide ku polîtîkayên êrîş û dagirkeriyê yên Îsraîlê bi tu awayî xizmetê ji aştî û gelên Rojhilata Navîn re nake. Ji ber vê yekê em dewleta Îsraîlê vedixwînin ku cihêkariyê bi dawî bike, rêzê ji mafê mirovan re bigire û ji bo çareseriya du dewletî ya sînorên di sala 1967’an de esas digire, gavê biavêje. Divê weke gava ewil êrîş û dorpêça van rojan li ser herema Şerîda Gazze dane destpêkirin, demildest bi dawî bike. Em vê zilma polîsên Îsraîliyan a bûye sedemê birîndarbûna sedan kesan şermezar dikin û ji birîndaran re şîfa dixwazin.”