Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket 2021-05-11 09:07:50   SÊRT - Hevşaredarê Bajaroka Weysel Qeraniyê yê berê Enes Cengîz ku 6 meh in bi tenê di odeyeke girtîgehê de girtî ye, bi şewba Covîd-19'ê ket.    Hevşaredarê DBP'î yê Bajaroka Weysel Qeraniya Sêrtê yê berê Enes Cengîz, di 21'ê Kanûna 2016'an de hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Piştî Cengîz hatibû girtin qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Sêrtê jî bi heman tawanbariyê 7 sal û 6 meh ceza li Cengîz birîbû.    Cengîz, 8 meh berê ji Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E'yê sewqî Girtîgeha Tîpa T'yê ya li Qubîna Êlihê hatibû kirin. Cengîz, bi qasî 2 mehan tevî sê kesan li odeyekê mabû û wî xistibûn odeyekê. Cengîz, 6 meh in bi tena serê xwe di odeyekê de dimîne.    BI COVÎD-19'Ê KET    Hat diyarkirin ku li girtîgeha ku tevdîr nayên girtin û gardiyan hefteyê 3 caran davêjin ser qawîşan, Cengîzê bi tena serê xwe di odeyekê de dimîne bi şewba Covîd-19'ê ketiye. Testa Cengîz di 7'ê Gulanê de hatiye kirin û pozîtîf derketiye.    Cengîz, bi rêya telefonê tiştên li girtîgehê diqewimin ragihand.    ‘TEKMÎLÊ RED KIR'    Keça wî Esra Cengîz, anî ziman ku ji ber ku bavê wê tekmîla îdareya girtîgehê qebûl nekirie, 5 mehan nikaribûne hevdîtinê bi bavê xwe re bikin. Cengîz got: "Berî ku hevdîtina bi rêya telefonê dest pê bike, tekmîlê li girtiyan ferz dikin. Bavê min jî ev yek qebûl nekiriye. Ji ber vê mafê hevdîtina bi rêya telefonê ya bavê min hatiye binpêkirin. Tenê duh na pêr telefon kir, ew jî 5 deqeyan dewam kir. Behsa binpêkirinên mafan kir."    ‘DAVÊJIN SER ODEYA YEKKESÎ'    Cengîz, got: "Bavê min 4 salan di Girtîgeha Sêrtê de ma. Paşê wî birin a Qubînê. Li vir du mehan tevî sê kesan di odeyekê de ma. Paşê bêyî hincet, wî birin xistin odeyeke yekkesî. Got, tim davêjin ser odeya wî û eşyayên wî belawela dikin. 6 meh in bi tena serê xwe di odeyekê de dimîne. Heftê 2-3 caran davêjin ser odeya wî. Di dema avêtina ser odeyê de tu tevdîr nayên girtin ji bo şewbê. Lewma bavê min jî pê ketiye. Çima ev qasî davêjin ser odeyeke yekkesî?"    Cengîz, destnîşan kir ku bavê wê ji ber neberpirsiyariya rayedaran bi şewbê ketiye û got: "Jixwe nexweşîna kronîk a KOAH'ê bi bavê min re heye. Ji xeynî vê stuyê û newqa wî fitqî ye. Par ji ber fitiqa stû emeliyat bû. Ev nexweşîn barê şewbê girantir dikin. Nexasim jî ji bo KOAH'ê. Demildest divê tevdîr bên girtin."    Cengîz, destnîşan kir ku pêkanînên li girtîgehê bi awayekî kêfî didomin û heger tiştek bê serê bavê wê berpirsiyar îdareya girtîgehê ye.