Parêzer Çîftçî: Di doza Kobanê de şopa darizandineke adil tune ye 2021-05-11 09:04:34 WAN - Cîgirê Serokê Baroya Wanê Parêzer Hamza Çîftçî ku doza Kobanê dişopîne, anî ziman ku di dozê de şopa darizandina adil tune ye.    Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî di nav de 28 jê girtî 108 kes di doza Kobanê de tên darizandin. Danişîna dozê dê di 18'ê Gulanê de bê lidarxistin.  Cîgirê Serokê aroya Wanê Parêzer Hamza Çîftçî ku Doza Kobanê dişopîne, têkildarî dozê de axivî.    ‘ESAMEYA DARIZANDINA ADIL TUNE YE'    Çîftçî, anî ziman ku Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) ji bo Doza Kobanê heyetek tayinî Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Kobaniyê kiriye. Çîftçî, bilêv kir ku ya hatiye kirin dijî rêgeza dadgeriya xwezayî ye. Çîftçî, anî ziman ku dadgeh li gor qanûnan tevnagere û ne pêkan e ku ev dadgeh darizandineke adil bike. Çîftçî got: "Me xusûsên qanûnê ragihandin dadgehê. Lê belê dagehê got, piştî xwendina îdianameyê dê van daxwazan binirxîne. Dadgehê ne darizandin, hewl da şiklekî temam bike. Profîleke darizandinê xêzkirin. Lê esameya darizandineke adil tune bû."    MUDAXILEYA LI DARAZÊ   Çîftçî, destnîşan kir ku roja danişînê Serokê Ragihandinê yê Serkkomartiyê Fahrettîn Altûn û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû derbarê mehkûmiyetê de hin şîroveyên kirine û got: "A hatiye kirin mudaxile ye, li darizandinê. Ev tişt, serbixwebûna dadgeriyê ji holê radike. Divê derbarê wan de kiryareke îdarî bê kirin. Raya giştî ya cîhanê hemû jî bi vê dizane."    BANDORÊN DOZÊ   Çîftçî, diyar kir ku doza navbirî ji bo daraz, siyaset û demokrasiya Tirkiyeyê pir girîng e û dê encamên dozê bandorine mezin li civakê bikin. Çîftçî, anî ziman ku divê dadgeh û îqtidar vê yekê bibînin û got: "Daraz jî divê destûra mudaxileyên siyasî nede. Em hemû dibînin ku êdî civak jî vê yekê tamûl nake. Peywira darazê, edaletê tesîs bike. A rast divê şixulandina hemû saziyên dewletê li ser asasê edaletê be. Divê aşkere bê gotin, li cihekî ku edalet lê tune be, dê aramî jî lê tune be. Di dozên kûmpasê de tepisandina dîtinên cuda dê bi kêrî tiştekî neyê. A dikeve ser milê darazê, bi awayekî adil û serbixwe darizandinê bike."