ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'AN 2021-05-11 09:00:01 * Rojnameger Erdogan Altan ku li başûrê Kurdistanê êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêma Zapê, Metîna û Avaşînê dişopîne, diyar kir ku êrişa Tirkiyeyê di çarçoveya pilaneke navneteweyî ku PDK jî di nav de cih digire de pêk tê û encama vê êrişê dê bandora xwe li herêmê bike.  *  Di nav 7 salan de ji ber axaftina kurdî 17 êriş li dijî welatiyên kurd pêk hatin û di van êrişan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nivîskar û Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mîrza Ronî, êrişan weke şerê li dijî hebûna kurdan pênase kir.    * Cîgirê Serokê Baroya Wanê Parêzer Hamza Çîftçî ku Doza Kobaniyê dişopîne, anî ziman ku di dozê de esameya darizandina adil tune ye.    * Welatiyên ku diçin bazaran û ji ber fiyetên buha destvala vedigerin malê, anîn ziman ku di meha Remezanê de bi navê goşt tiştek neketiye malên wan, tenê şorbê û nanê tisî dixwin.    * Li gor daneyên Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê, li Mêrsînê hezar û 343 jin û zarok serî li sitareyan dane. Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku berî ku mal veguherin "hêlîna tahdeyê" demildest divê plana çalakiyê ya lezgîn pêk bê.    * Jinên wanî ji bo kesên bi kurdî bi zarokên xwe re naaxivin wiha gotin: "Heger mirov bi zimanê xwe neaxive, dê bê jibîrkirin. Bila her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive."    * Esnafên Hala Zebze û Fêkiyan a Tarsûsê gotin: "Camêro li qesrê dijî, kêf kêfa wî ye. Lê milet birçî ye, perîşan e."    *Hevşaredarê Bajaroka Weysel Qeraniyê yê berê Enes Cengîz ku 6 meh in bi tenê di odeyeke girtîgehê de girtî ye, bi şewba Covîd-19'ê ket.    * Sîmanperî Akyildiz ku bi laçika xwe ya spî li her derê behsa aştiyê dikir, ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da. Kurê wê got: "Heya roja jiyana xwe ji dest da jî xewn û xeyala wê, welat bû, têkoşîna azadiyê bû."   * Çalakiya bi daxwaza "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 64'emîn de berdewam bike.    * Parlamenterên HDP'ê yên jin bi wesîleya salvegera 10'emîn a Peymana Stenbolê dê li Stenolê meş li dar bixin û li Amedê jî wê daxuyanî were dayîn. (12.00)    * Şaxa OHD'ê ya Stenbolê rapora derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê amade kiriye dê li avahiya xwe ya li navçeya Beyoglûyê eşkere bike. (12.00)