Piştî veqetandina polisan texrîbata li Koşka Mala Ezîzan derket holê 2021-05-10 13:11:05   AMED – Koşka Mala Ezîzan ku dema qedexeyên derketina derve yên Farqînê polisan wê veguherandibûn baregehê, piştî vekişandina polisan texrîbata lê derket holê.    Di meha mijdarê ya sala 2015’an de li navçeya Farqîn a Amedê, qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û bi rojan navçe di dorpêçê de mabû. Di vê dorpêçê de polis û leşkeran li taxên navçeyê operasyonên leşkerî li dar xistibûn. Di van operasyonan de Polisên Tevgera Azad (POH) li Koşka Mala Ezîzan ku ji sedsala 19’emînm mabû bi cih bûbûn û koşkê veguherandibûn baregehê.    NIVÎSÊN NÎJADPEREST   Piştî bikaranîna 6 salan di meha sibatê de polis bi tevahî ji koşkê veqetiyan. Piştî vê veqetandina polisan derket holê ku polisan xesar dane koşka dîrokî. Polisan, derî û paceyên koşka 2 qatî ji ber kirine û bi boyaxê li ser dîwarên wê nivîsên nîjadperest nivîsandine. Di hundir de jî polisan hin dîwarên koşkê û hundirê odeyan kolane û xesar dane koşka dîrokî. Torbeyên qûmê ku polisan bi wan mertal çêkirine jî hê li ber paceyan e.    5 POLIS HATIBÛN GIRTIN   Dema qedexeyên derketina derve polisan xesar dabû avahiyên dîrokî yên Mala Ezîzan ên li cem koşka ku polisan kiriye rewşeke ku nikare bê bikaranîn jî. Beriya niha Midurê Polisan ê Navçeyê Omer Ozturk û 4 polis jî di nav de ji ber li avahiyên dîrokî li defîneyê geriyabûn derbarê 10 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibûn girtin.