Dayika Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da 2021-05-10 09:20:21   EDENE - Dayika Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan Fatma Ayşe Arslan jiyana xwe ji dest da.   Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan Fatma Ayşe Arslan jiyana xwe ji dest da. Dayika Arslan ku demek dirêjbû li nexweşxaneyek taybet a li Edeneyê dihat dermankirin, duh rewşa wê ne baş bû. Ligel hemû mudaxileyan jî dayika Arslan jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Fatma Ayşe Arslan wê îro li navçeya Nîzîp a Dîlokê bê definkirin.