Qeyûm deynên bacên xwe bi neguhêzbarên şaredariyê dide 2021-05-10 09:00:24   MÊRDÎN - Şaredariya Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de piştî firotina dibistan û mizgeftan vê carê jî beramberî deynên bacan de des bi firotina nêguhêzbarên aydê şaredariyê ji bo Wezareta Xazîne û Maliyeyê kir.     Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, firotina mal û milkê şaredariyê didomîne. Rêveberiya qeyûm li şûna ku rasterast daxwaza tahîsê qebûl bike, neguhêzbarên şaredariyê ji ber deynên bacê yên şaredariyê ve dide firotin. Vê carê jî neguhêzbarên şaredariyê difiroşe Wezaret Xezîne û Maliyeyê. Piştî ku van mal û milkên şardariyê tên firotin bi ser wezîran re dewrî wan saziyên ku daxwaza tahîsê kirine dike.    PIŞTÎ DAXWAZA TAHÎSÊ FIROTIN    Şaredariya Mêrdînê di meha çileye de mizgefta Sadik Yay û dibistana Navîn a Kocatepe bi vê rêbazê firotibû Wezaretê. Di meha nîsanê de jî di civîna meclîsa şaredariyê de îmze avêtin bin heman rêbazê. Şaredariyê milkek ku ji 12 hezar û 894,79 metre kareyan pêk tê, di 11’ê nîsanê de Miduriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr xwestibû tahsîsê wan bê kirin, lê firot Wezareta Xezîne û Maliyeyê. Di civîna meclîsê de biryar hat girtin ku ev milk ango neguhêzbarê şaredariyê ji ber deynên bacê ve dewrî Wezareta Xezîneyê were kirin.    DEYNAN BI DEYNDARKIRINÊ DIDE    Li aliyê din şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ji bo deynên hin şîrketên taybet li wan e, bide razandin serî li rêya deynan daye û ji Banka Bajaran pere deyn kiriye. Ji bo ku şaredarî deynê şîrketa ceryanê DEDAŞ’ê bide biryar girt ku kredî ji Bankaya Bajaran bikişîne. Hat zanîn ku şaredarî ji bo deynên Îdareya Av û Kanalîzasyonê a Mêrdînê (MARSÛ) ku îştîraka wê ye bide dîsa serî heman rêbaza deynan daye.    MA / Ahmet Kanbal