Bûldan, Roja Dayikan li Qada Galatasarayê pîroz kir 2021-05-09 13:32:48 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûlan, Roja Dayikan li Qada Galatasarayê pîroz kir û got: “Êşa dayikan tu carî ji hev nayê cuda kirin.”   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li Qada Galatasarayê ya ku ji heftiya 700’emîn ve li Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin, Roja Dayikan pîroz kir. Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Huda Kaya, Dilşat Canbaza Kaya û Oya Ersoy bi Bûldan re tevgeriyan. Bûldan û wekîlên pê re, gul û çîçek danîn pêş Lîseya Galatasara ya ku bi salane Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta xizmên xwe yên winda dikin.    TÊKOŞÎNA ‘WINDA’ YA DAYIKAN   Bûldan, piştre axaftinek kurt kir û wiha got: “Ez roja hemû dayikan pîroz dikim. Li erdnîgariya me, dayikan êşên pir mezin kişandin. Em baş dizanîn ku li vî welatî, bi hezaran, bi milyonan dayikên ku zarokên wan winda bûne, cihê gorên zarokên xwe nizanîn, tu agahiyekê ji zarokên xwe nagirin û nikarin xwe bigihînin zarokên xwe hene. Li vê erdnîgariyê em agahiyê ji zarokên xwe nagirin. Bi hewldaneke mezin a dayikan em di nava lêgerînekê de ne. Em dixwazin kefxweşiya hemû dayikên ku agahiyekê ji zarokên xwe bigirin, bibînin. Li vî welatî, êşa dayikan tu carî ji hev nayê cuda kirin.”    'RONDIKÊN ÇAVAN EYNIYE’   Bûldan, anî ziman ku rondikên çavên hemû dayikan eyniye û wiha got: “Nirx û qîmetê hemû dayikan wek heve. Êşên hemû dayikan yekin û eynî ne. Li vê erdnîgariyê, daxwaza hemû dayikên ku êş kişandine, jiyanek bê êş û dîtina zarokên xwe ne. Hêviya hemû dayikan eve. Lê kesên vî welatî bi rêve dibin, welatek wisan ava kirin ku hemû dayik dûrî hev bisekinin. Halbûkî, êşa hemû dayikên li vî welatî eyniye. Ez carek din roja hemû dayikan pîroz dikim.”