Behsa tora tiryakê ya li Nisêbînê kir: Hedef malbatên welatparêz in 2021-05-09 09:04:59   MÊRDÎN - Li Nisêbînê ciwanekî ku ketiya nav tora tiryakê, diyar kir ku hedef bi taybetî ciwan in û derbarê kesên di nav vê torê de agahiyên girîng parve kirin.    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku di navbera salên 2015-2016'an de qedexeyên derketina derve lê hatibûn îlankirin û şer lê çêbûbe, di salên dawî de hejmara kesên tiryakê bi kar tînin û hejmara tiryakîfiroşan zêde bûye. Çendî ku li 5 têketin û derketinên wê noqteyên polîsan hene jî, gelek kes bi rihetî dikarin tiryakê peyda bikin.    Li navçeyê bi piranî kokaîn, eroîn û hebên tiryakê tên firotin. Tê gotin tiliya Nûnertiya Komeleya Ak Ocakalarê di vê torê de heye. Gelê navçeyê ji Ak Ocaklarê re dibêje "Ocaxên Osmaniyan."    Berê li navçeyê du karsaz hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn. Dihat gotin ku di vê bûyerê de jî tiliya hin endam û rêvebirên "Ak Ocaklarê" heye.    Ciwanekî ku ketiye tora tiryakê û ji ber ewlehiyê em ê navê wî aşkere nekin û wî wekî "Remzî" bi nav bikin, derbarê tora tiryakê û kesên tiliya wan di vê torê de hene agahiyên girîng parve kirin.    Remzî, vê tora tiryakê ya ku ew bi xwe jî ketiye navê wiha bilêv kir: "Eroîn, kokaîn, heb, esrar heye. Min hemû ceribandin. Min tenê rojekê bi kar neanî û wê rojê min her tişt ferq kir. Min fêm kir ku ketime çi torê. Niha hewl didim, xwe jê xelas bikim."    Remzî, destnîşan kir ku tiryak ji bo Nisêbînê bûye tiştekî pir talûke û hema bibêje li her derê navçeyê dezgehên tiryakê hene û ciwan daxilî nav vê torê dibin. Remzî, bilêv kir ku kesên wî xistine nav vê tora tiryakê jî kesên girêdayî Ak Ocaklarê ne.    SEREKÊ VÊ TORÊ!    Remzî bilêv kir ku serekên vî karî Omer U. yê bi bernavê "Amca", Kemal U. yê bi bernavê "Aga" û li Taxa Kişlayê jî Serhat A. yê bi bernavê "Başkan" e û got: "Hemû jî endamên Ocaxên Osmaniyan (AK Ocaklar) e. Wan dikin endam. Pereyan didin. Bi taybetî jî malbatên welatparêz hedef digirin."    Remzî, navê kesên ku li ber dezgehên tiryakê ku wekî "torbecî" tên bi navkirin jî rêz kirin û destnîşan kir ku piraniya van kesan zarok in.    POLÎS TIŞTEKÎ NABÊJIN!    Remzî, diyar kir ku li navçeyê hema bibêje li serê her kuçeyê tiryak tê firotin û çendî ku polîs dibînin jî eleqeya xwe bi wan naynin. Remzî got: "Dezgeha wan li Uçyolê heye. Diguhere. Her roj kesek li ber dimîne. Gelek in. Li pişt Rangera polîsan dan min. Min gelek tişt dîtin. Kesek li cem min bû. Polîs ew da sekinandin. Gav dît ew e, got 'dewam kin.' Me dewam kir, wesayîta me kontrol nekirin."   Remzî, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo hin kesên din jî daxilî nav vê torê nebin, ev tişt gotine.   MA / Ahmet Kanbal