'Ne pîrozkirin, bila hesab bê dayîn' 2021-05-09 09:04:00 ÎZMÎR - Dêyên Buşra Yabaşkûl û Ceyda Yuksela hatin kuştin, ne li benda pîrozkirina Roja Dayikan, li benda edaletê û hesabdayînê ne.    Li Tirkiyeyê gelek dayik bi xemgînî Roja Dayikan pêşwazî dikin. Dayikên Buşra Yabaşkûl û Ceyda Yuksela ku hatin kuştin, anîn ziman ku ne li benda pîrozkirina Roja Dayikan, li benda edalet û hesabdayînê ne.    BIHUŞT NE JI BO DAYIKAN JI BO KUJERAN!    Zûhal Înce ku di 19'ê Çileya 2019'an de li navçeya Bûca ya Îzmîrê Orkûn Çevîk keça wê Buşra Yabaşkûl kuştibû, anî ziman ku ji roja ku keça wê hatiye kuştin heya niha Roja Dayikan pîroz nake.   Înce ku got "Naxwazim Roja Dayikan pîroz bikim, ma ez ê bi kê re pîroz bikim..." got: "Hevalên keça min tên, diyariyan tînin û em sohbet dikin. Lê ew ne keçên min in... Dibêjin 'Bihuşt di bin nigê dayikan de ye', na bihuşt ne ji bo me, ji bo kujeran û kesên wan diparêzin... Em tînin dinyayê, ew jî tên wan dikujin. Wekî ku qanûnên jinan diparêzin pêk tên, Peymana Stenbolê fesix kirin. Ne jin, ne mêr, ne heywan, em naxwazin tu kes jî bê kuştin."    ROJA EDALET PÊK BÊ...    Fîlîz Demîral ku keça wê Ceyda Yuksel di 21'ê Tebaxa 2020'î de li navçeya Bornovayê bi destê Serkan Dîndar hat kuştin, ji roja ku keça wê hatiye kuştin heya niha ji bo edaletê têdikoşe.   Demîral, diyar kir ku cinayetên jinan û tahdeya li jinan tê kirin didome û got: "Hin hene dêya xwe hin hene wekî min keça xwe winda dikin. Ji bo kezeba tu kesî neşewite têdikoşim."   Demîral, destnîşan kir ku roja ku ji bo keça wê "edalet" pêk bê dê wê rojê bibe Roja Dayikan û got: "A ku keça min kuşt bêqanûntî bû. Ma ez ê çawa şewata di dilê xwe dide bibêjim. Bes bila kezeba dayikên din neşewite. Cinayetên jinan rewa dikin, zarokên me jî bê dê man, dayikên wan tune ne ku pîroz bikin. A ku keça min kuşt ev pergal e, dayikan dixin nav dojehê. Ev roj, ji bo dayikên ku zarokên wan hatine kuştin dojeh e."