DBP’î û HDP’iyan bi boneya Roja Dayikan serdana malbatên Şenyaşar û Gokkan kirin 2021-05-08 15:31:56 RIHA - Hevseroka DBP’ê ya Giştî Salîha Aydenîz û parlementerên HDP’ê, serdana Emîne Şenyaşar a ji ber qedexeyên pandemiyê nobeta xwe ya edaletê li mala xwe didomîne û dayika berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan a girtiye, kirin û Roja wan a Dayikan pîroz kirin.   Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Ayşe Surucu û Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî bi boneya Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar a 61 roj in têkoşîna xwe ya edaletê didomîne kirin. Şandeyê qurnefîl û laçika spî dan dayika Şenyaşar.   BEŞTAŞ: ÇAVÊN DAYIKAN BIHÊSIRIN   Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di serdanê de axivî. Beştaş, diyar kir ku ji ber qedexeyan şandeya wan ne qelebalix e û anî ziman ku li ser navê hemû dayikan vê seredanê pêk tînin. Beştaş, da zanîn ku dayik wê zû dereng aştiyê bînin û wiha got: “Em têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar ji nêz ve dişopînin. Îro Roja Dayikan e û em dizanin ka canê te çawa diêşe. Îro bi çavên bi sedan dayikan bihêsirin. Dayik li edaletê digerin. Rengê hêsrên dayikan tune ye.”   AYDENÎZ: JI BO HERKESÊ JIYANA WEKHEV   Pişt re Hevseroka DBP’ê ya Giştî Salîha Aydenîz axivî û wiha got: “Dayik ji bo herkesê jiyaneke wekhev dixwazin. Îro li me kirin dojeh lê daxwaza edaletê ya dayikên me ji hemû cîhanê re mînak e. Îro tenê em li vir in lê alîkariya hemû jinan bi we re ye. Dinya ji vê zilmê agahdar e. Tu ne tenê yî, em li vir in, li cem te ne.”   ŞENYAŞAR: PIŞTEVANÎ LI SER PIYAN DIHÊLE   Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku qasî ku li malê nobetê digirin mala wan di bin çavderiya polîsan de ye. Şenyaşar, anî ziman ku dema derdikevin ber derî polîs wan tacîz dikin û wiha got: “We em tenê nehiştin. Ji destpêkê ve gelek mirovan piştevaniya xwe pêşkêş kirin. Em sipasiya mirovên ku piştevaniya me kirin dikin. Piştevanî me li ser piya dihêle.”   Heta ku seredan bi dawî bû dayika Emîne Şenyaşar berîkirina Rojên Dayikan ên derbasbûyî anî ziman û giriya.    SEREDANA DAYIKA AYŞE GOKKAN KIRIN   Şande pişt re serdana dayika Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan a li Gundê Gulinçeyê dimîne kir û Roja wê ya Dayikan pîroz kir.