Li Îzmîrê aqûbeta Yaman û Gul hat pirsîn 2021-05-08 15:22:08   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul pirsî.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ji ber pandemiyê bi awayekî online li dar xist. Di çalakiyê de aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ku ji sala 1992’an ve winda ne hat pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Caner Canli, di çalakiyê de axivî û bi bîr xistine Roja Dayikan got ku wê bi Dayikên Şemiyê re daxwaza xwe ya edaletê bidomînin.    XWENDEKARÊ ZANÎNGEHÊ NE   Canli, diyar kir ku Husamettîn Yaman (21) û Soner Gul (21) xwendekarê zanîngehê bûne û ji ber hilgirtina pankartê Yaman 15 rojan di girtîgehê de maye û wiha got: “Husamettîn Yaman û Soner Gul di sala 1992’an de bi hev re hatin binçavkirin. Malbatên Yaman û Gul destpêkê serî li Miduriyeta Polisan a Stenbolê û piştre jî li tevahiya saziyên eleqedar dan. ÎHD û Rêxistina Efûyê ketin nav hewldanan. Lê binçavkirina Yaman û Gul nehat qebûlkirin.”   LI QADA DARISTAN QETIL KIRIN   Di berdewamê de Canli, destnîşan kir ku di 19’ê kanûna 2019’an de Polisê Tevgera Taybet Ayhan Çarkin ku li xwe mikûr hatiye û gotiye ku Yaman û Gul piştî ku binçav kirine li qadeke daristan wan kirine lepirsînê û ew qetil kirine. Canli, da zanîn ku piştî li xwe mikurhatina Çarkin parêzerên malbatan gilî kirine û ev tişt anî ziman: “Li gel van hemû hewldanan doz ket demboriyê. Bidawîkirina bêcezahiştin dosyaya Yaman û Gul peywira maqeqanûnî ya Dewleta Tirk e. Em ê dev ji daxwaza xwe ya edalete ya ji bo Yaman û Gul û hemû windayan bernedin.”